Çiya Teyib a di komkujiya Helepçe de windabûyî gihişt malbata xwe
15:34
JINHA
SILÊMANÎ - Çiya Teyib yek ji zarokên di komkujiya Helepçe de wihdabûyî piştî 28 salan vegeriya malbata xwe dît û vegeriya warê xwe.
Di kimyabarana 16'ê Adara sala 1988'an de ji aliyê rejîma Baas ve hatî kirin 5 hezar welatiyên navçeya Helepçe û derdora wê jiyana xwe jidest dan. Welatiyên ji ber kimyabaranê rizgarbûyî jî, koçberî Îranê bûn. Wê demê gelek zarok windabûn, tayîbetî jî zarokên keç. weke "Keçên Dêrisimê yên winda" vêcarê "Keçên Helepçe yên winda" derketin. Berî demekê zarokek keç ên wê demê windabûyî û li Îranê li gel malbatekê dima bi testên DNA yê malbata xwe ya li Helepçe dît û vegeriya. Meryem ya ku yek ji wan zarokên wê demê windabûyî piştî 28 salan gihişt malbata xwe.
Niha jî zarokek din a wê demê windabûyî Çiya Teyib jî piştî 28 salan giha malbata xwe ya li Helepçe. Çiya zewiciye û zarokên wê hene. Piştî ku malbata xwe ya li Helepçe dijî peyîdakir, hevjîn û zarokên xwe li Îranê hêla û hat ser axa ku lê hatiye dinê. Dema ku Çiya xwest vegere ji hevjînê xwe qetiya. Li gorî zagonên Îranê di veqetanê de zarok li gel bavê xwe dimînin. Ji bo wê jî Çiya zarokên xwe li gel bavê wan hêla û vegeriya ser axa xwe. Çiya li Deriyê Başmax ê navbera Rojhilat û Başurê Kurdistanê re derbaz bû û çu gel malbata xwe ya li Helepçe dimîne.
(zt)