Dewreya perwerdeya pêkhateyên Ereb bidawî bû
15:35
JINHA
RIMÊLAN -Yekemîn dewreya Akademiya Zanist û Ramanê ya Şehîd Rustem, a li Til Koçer ku ji bo pêkhateyên Ereb hatibû dest pêkirin, bi serketî bidawî bû.
Saziya Zanist û Ramana Azad a Bajarê Girkê Legê di 20 Nîsanê de, li bajarokê Til Koçer bi navê Şehîd Rustem Til Koçer, akademiyek ji bo pêkhateyên Ereb bi navê 'Dewreya şehîd Reşo Qamişlo' vekiribû. Di akademiyê de 21 endamên komîn, sazî û meclîsên bajarok ku 6 ji wan jin bûn, beşdar bibûn û dewre piştî 15 rojan bi awayeke serkeftî bi encamê bû. Di dewreya perwerdeyê de waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, ol û civak, rêbazên danûstandinê, dîrok, dîroka jinê, netewa demokratîk û sîstema federal hate dayîn û îro jî bi merasîmekê dewre hate bidawî kirin. Di merasîmê de nûnerên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û nûnerên saziyên civaka sivîl ên herêma Girkê Legê û bajaroko Til koçerê, amade bûn.
Dewre bi coşek mezin bi dawî bû.
(rd/cc/rc)