Li Silopiya bin navê 'îstimlaqkirinê' de malan xira dikin

15:42

JINHA

ŞIRNEX - Li Sîlopiyê di bin navê "îstimlaqkirinê" de mal tên xirakirin. Li navçeyê bi sedal mal hatin xirakirin.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê li dijî 6 taxan piştî ku di 25'ê adarê de biryara îstimlaqkirinê hate girtin mal û kargeh tên xirakirin. Li 6 taxên ku biryara îstimlaqkirinê hatiye girtin nahêlin welatî bikevin nêzîkî taxên Başak û Barbarosê bibin. Welatiyên ku malên wan bi zorê hatin xirakirin ligel pêkûtî û qedexeyê her roj tên taxan.

Li navçeyê heta niha bi sedan mal û kargeh hatin xirakirin, malbatên ku malên wan hatin xirakirin jî li cem xizmên xwe bi cih bûne û taxên xwe naterikînin.

(kom/zt)