Jinên Meclîsa Şaredariya Rezanê piştgirî dan Surê

15:55

JINHA

AMED - Jinên Meclîsa Şaredariya Rezanê ji bo welatiyên di êrîş û dorpêçên hêzên dewletê yên ser Surê de neçar mane malê xwe terikandin kermes vekirin.

Jinên Meclîsa Şaredariya Rezanê, ji bo welatiyên ku di 'qedexeya derketina kolan' a ser Surê de malên xwe terikandine kermes vekirin. Kermes li baxçeyê Avahiya Xizmetên Civakiya Şaredariya Rezanê hat vekirin. Di kermesê de xwarinên heremî û şîranî tên firotin. Di vekirina kermesê de alîkarên Hevserokên Şaredariya Rezanê, endemên Meclîsa Şaredariyê, nunerên saziyên jinan, personelên şaredariyê û gelek welatî amadebûn.

Dahata kermesê wê ji bo welatiyê Surê bê berhevkirin.

(dt/zt)