Hovîtiya Cizîrê hovîtiya Dêrsîma 38’an bû

16:20

JINHA

DÊRSÎM - Dayika Mehmet Yavuzel ku di bordoma hovitiyê ya li Cizîrê de hat qetilkirin, Hanim Yavuzel got: “Çawa kes nehat komkujiya Dêrsîmê nehatin ya Botanê jî. Ez li hemberî hemû şehîdan rêzdarim. Rêya wan rêya me ye, emê di rêya wan de bimeşin. Emê hesab bipirsin.

Di çarçoveya bernameya bibîranîna qirkirina Dêrsîmê de Konferansa 7.’emîn a Dêrsîm 37-38’an tê lidarxistin û bi runiştina 4’ê didome. Runiştin bi axaftinên şahidên Sur, Cizîr û Silopiyê didome. Dayika Mehmet Tunç ku di bodruma hovitiyê de hat qetilkirin Esmer Tunç û hevsera wî Zeynep Tunç, dayika Mehmet Yavuzel ku endamê DBP PM’ê bû, Hanim Yavuzel, dayika Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş. Melîhat Aktaş beşdar bû.

Komkujiya Dêrsîmê li Cizîrê pêk hat

Destpêkê Esmer Tunç axivî û got komkujiya li Dêrsîmê pêk hatiye li Cizîrê jî pêk hatiye û got: “Li Cizîrê berxwedanek hebû û divê Mehmet jî li wir bûna. Heta dawiyê jî li wir bû û jiyana xwe ji dest da.”

Esmer wiha pê de çû: “Mehmet Tunç bi telefonê li televîzyonê geriya û der barê bordoma wehşetê de agahdarî kir. Got nêzî 45-50 cenaze û 50’yî zêdetir birîndar hene. Lê cenaze hatin tinekirin.birîndar dihatin qetilkirin. Hevalan 50 roj ş3unde bi derfetên xwe birînên xwe kewandin. Bi tank û topan êrîş dikirin.

‘Qêrîn bê bersiv man’

Esmer got ku ji bo berxwedêran qeti bikin kîmyasal hatine avêtin û rayedarên dewletê li şûna ambulansan bişînin bi panzêran anons dikirin. Esmer da zanîn ku bi rojan bang hat kirin lê qêrîna ciwanan bê bersiv maye. Esmer wiha pê de çû: “Ez bo kurê xwe çûm qeymeqamtiyê. Ez çûm taxa cudî. Gotin ti çawa çuye wir, kî biçûna wir digotin terorîste. Min kurê xwe 8 meh berê zewicand. Canê min e. Gotin emê bibînin. Di nava qedexeyan de ez çûm şardariyê. Min li şaredariyê bi Orhan re axivî. Got ez birîndarim. Roja din ez çûm taxa Cudî. 8 dayikên din jî li wir bûn. em li wir bênavber qêriyan lê dengên me nebihistin. Tenê dewletê em bihistin û wan jî em gulebarankirin. Roja din bêdengî hebû. Em car çûn şaredariyê. Piştre me bihist ku Orhan jiyana xwe ji dest daye. Em dîsa jî aştiyê dixwazin.

Li Dêrsîmê çi hat jiyîn li Cizîrê jî heman tişt hat jiyîn

Hevsera Mehmet Tunç Zeynep Tunç jî got li Dêrsîmê kîjan komkujî hat jiyîn, li Cizîra Botan jî hemankomkujî hatiye jiyîn. Zeynep got divê ev baş bê zanîn ku ew bi şehîdên xwe serbilindin û got wê ew di rêya wan de bimeşin. Her wiha da zanîn ku wê têkoşîna wan bimeşînin.
Piştî axaftinê, axaftina Mehmet Tunç ya telefonê hat gundarkirin.

Dayika Rohat Aktaş, Melîha Aktaş jî axivî û got bebikê min yê hina nehatî dinê li ber çavên min hat qetilkirin û got kurê wê ji bo nûçeyan çibû Cizîrê. Melîha da zanîn ku dewletê destur nedaye girtina cenazeyan û got ew 35 rojan di rêyan de bûn.
Dayika endamê DBP PM Mehmet Yavuzel jî axivî û got bi hezaran komkujiyên Dêrsîmê hatine jiyîn.

Piştî axaftinan dirûşmeyên ‘Şehîd namirin hatin berzkirin.’

Konferans bi runiştina 4’emîn didome.

(hu)