Ji bo Nûçegihanê DÎHA yê 6 sal ceza
17:06
JINHA
MÊRDÎN - Doza der barê nûçegîhanê DÎHA yê Murat Verîm de hatbû vekirin, bi îdiaya "Ne endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Murat Verîm ê di karê Têkiliyên bi Gel û Weşan û Çapememiyê ya Şaredariya Korboranê ya Mêrdînê de dixebite, di heman demê de nûçegîhanê DÎHA yê, bi îdiaya "Ne endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê sûc kiriye" der barê wî de doz hat vekirin. Doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê hat dîtin de, piştî parastinan heyeta dadgehê navber da dozê. Dadgehê piştî navberê bi îdiaya "Ne endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 6 sal cezayê girtîgehê da Murat. Dê parêzerên Murat der barê biryara dadgehê de serî li Dadgeha Bilind bidin.
(zt)