Cenazê Afife ya ku agahî jê nedihat girtin li Tiba Edliye
17:37
JINHA
ŞIRNEX - Jina bi navê Afîfe Olcay ji bo tedawiyê hat Amedê û ji ber şideta ji hevjînê xwe didît, xwest jê veqete. Jina ku ji hêla hevjînê xwe ve hat wergirtin, careke din agahî jê nehat girtin, berî 4 rojan li nêzî gundê Arnebatê bi awayekî hovane kuştî hat dîtin.
Jina bi navê Afîfe Olcay 3 meh berê ji ber ku bi şideta hevjînê xwe re rû bi rû mabû, serî li Navenda Jinê ya Zahîdeyê ya Şaredariya Şirnexê dabû û 4 rojan tu agahî jê nehat girtin. Derket holê ku Afîfe ji hêla hevjînê xwe ve hatiye kuştin. Afîfe dayika 2 zarokan bû, ji ber ku bi şideta hevjînê xwe re rû bi rû dima, li gel xwişka xwe dima û dixwest ji hevjînê xwe veqete, serî li Navenda Şêwirmendiya Jinê dabû. Lê piştî derketina derve hat qedexekirin, neçar ma koçî Cizîrê bike, lê demek şûnda dîsa seri li Navenda Jinê da û aşkera kir ku ew naxwaze dest ji zarokên xwe berde.
Jina ciwan piştî ji bo tedawiyê hat Amedê, di 16'ê Nîsanê de ji hêla hevjînê xwe ve dîsa ew anîn Cizîrê û careke din agahî jê nehat girtin. Malbata ku pey şopa keça xwe ket, di 20'ê Nîsanê de bi riya telefonê hîn bûn ku cenazê keça wan li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ye. Malbat çû Meletiyê û cenzeyê keça xwe anîn, hat diyar kirin ku cenzeyê jina ciwan ji hêla şivanekî ji gundê Arnebatê ya Şirnexê ve hatiye dîtin.
Jina ku bi awayekî hovane hat kuştin, cenazê wê li Cizîrê hat definkirin, hevjînê wê Mehmet Olcay ê ji holê winda bû, lêgerîna wî didome.
(zt)