Jinên Wanê: Li Tirkiyê wateyê Roja Dayikan nema ye

09:09

Hatîce Kaya/JINHA

WAN - Bi boneyê Rojê Dayîkan jinên Wanê diyar kirin ku dewlet her roj zarokên wan qetildike û gotin, "Ji bo me dayikan qaşo ew roj heye, lê dewlet zarokên me dikuje, kî wê roja me yê dayika pîroz bike?."

Ji ber êrîşên qirkirinê li Kurdistanê bi sedan dayik bi hesreta zarokên xwe Roja Dayikan pêşwazî dikin û bi sedan zarok jî bêyî dayikên xwe rojê pêşwazî dikin. Dayik di nav civakê de ew e ku yê xwedî zarokin. Bi hezaran dayik jî her roj bi hêstên xwe jiyanek zorde dijîn. Li Tirkiyê de jî rewşa dayikan jî qed baş naçe. Jinên Wanê têkîldarê Rojê Dayikan axivîn û anîn ziman ku tenê rojek nabe rojê dayîkan. û wiha gotin, "Mixabin ew roj tenê li tirkiyê naveroka wê hati vala kirin û li ser navek vala tê ziman."

'Em rojek tenê naxwazin'

Endama Meclîsa Dayikên Aştî ya Wanê Hanîfe Koçak di derbarê Rojê Dayikan de wiha got, "Ew roj ne tenê li Tirkiyê li tevahî cîhanê wek roja dayikan hatî pejrandin. Lê mixabin tenê li tirkiyê naveroka wê hatî vala kirin û li ser navek vala tê ziman. Dilê me dayika dişewite. Roja dayikane lê bi salane ji ber zilma dewletê rondikê çavê dayîkan zuha nebûye. Em dayik bang li hemû aştîxwazên cîhanê dikin û dibêjin, eger hûn qedr didin rojek wiha, divê dilê dayîkan nema bişewitînin."Hanîfe destnîşan kir ku xwîn bi xwînê nayê şûştin û wiha pêde çû, "Du wekîlên me li nav meclîsê de rastî êrîşên lînc kirinê hatin. Vîna me nasnakin, em çewan roja dayîkan pîroz bikin. Wicdanê me qebûl nake. Ji bo wekhevî, aştîyê çi bikeve li ser milên me em dayik dê bikin. Me tu caran dilê xwe keyfxweş nedît. Me ew roj pîroz nekir."

'Gelo kanê roja dayika?'

Sumeyran Cîntan jî têkîldarê rojê wiha got, "Em wê rojê naxwazin em aştîyê dixwazin. Li Tirkiyê wateyê Roja Dayikan nemaye û ji navarokê wê hatî derxistin. Tevahî dayîk her roj digrîn dilê wan dişewite. Li welat aramî tineye. Em dixwazin rojek xweş bê vî welatî. Bila ew xwîn bisekine. Dê bila bihêlin em rojek xweş derbas bikin. Bese êdî daxwaza me ew e ku em bi hevra keyfxweşî bijîn. Em dayikin û dilê me ji bo hemû kesa dişewite."

'Bi wî xemgîniyê çi wateyê jiyanê ne ma'

Halîme Abî jî got li vî welatî wek dayîk ew her dem xemgînin ji ber êrîşê dewletê û windahiyan û wiha pêde çû, "Em aştiyê dixwazin, ne rojek yê dayîkan. Dîsa em dayik mîna her roj xemgînin. Em dayik bi salane hêvî dikin da ku aştî pêk were. Bila em dayik êdî keyfxweş bijîn. Zarok ji bo me nehêştin em çawa bibin dayik û em ê çawa vê rojê pîroz bikin. Dayik ew e ku yê ligel zarokê xwe keyfxweş bijî ye. Lê mixabin em dayikin lê zarokê me tên kuştin. Dilê me dayika cudayê. Hemû kul û dert yê me dayika ye. Her roj em girî dikin û çi wateya jiyana me dimîne.

(rc)