Delîla Mihemed: Em ê tawîz ji jiyana azad nedin

09:10

Ronîda Hacî/JINHA

TIL TEMIR - Endama Akademiya Zanist û Ramana Azad ya Rojava Delîla Mihemed nêrînên xwe di derbarê êrîşên li ser Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de anî ziman û got, "Li Rojava têk çûn berê xwe dan bakûrê Kurdsitanê. Lê divê bê zanîn em ê tewîz ji jiyana bi rûmet nedin."

Berxwedan azadiyê a gelê Kurd li çar aliyên Kurdisanê her diçe pêl bi pêl geştir dibe. Êrîşê qirkirinê û hedefgirtina jinan dibe sedema bertekên mezin a jinan. Endama Akademiya Zanist û Ramana Azad a Rojava, Delîla Mihemed berxwedana gelê Kurd yê azadî û demokrasiyê nirxand balkişand ser êrîşên hovane yê hikûmeta AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê. Delîla destnîşan kir ku bingeha êrîşên hember jin pergala desthilatdariyê ye û wiha got, "Dema ku mirov bi kûrahî li van êrîşên ser jinan pêk tên dimêzîne, dibîne ku tev encamên zihniyeta hazar salî ya desthilatdariya zilam e. Bi taybet di şoreşeke wek Rojava ku bi hêza jinê avabûye, êrîşkirin li destkeftiyên şoreşê, metirsiya wan ji hêza jinê jî nîşan dide. Çawa ku Rêber Apo gotiye 'Ev şoreş dê bi jinê biser bikeve' em ê li beramberî van êrîşên hovane ku niha giranî dane Rojava û Bakûrê Kurdisanê hîna bêtir li ber xwe bidin."

'Pêwîste sedema bêdengiyê were pirsîn'

Delîla komkujiyên li taxa Şêx Meqsûd a ser bi Helebê jî bi bîr xist û wiha axaftina xwe dewam kir, "Gelê me li taxa Şêx Meqsûd bi komkujiyan re rûbirû ne. Ji xwe tax berê jî li jêr dorpêça çeteyan de bû, lê piştî ku agirbest li Sûriyê îlan bû, çeteyan bi tevahiya hêza xwe ku ji dewletên wek Tirkiyê, Erebîstan û Qetar alîkarî werdigirin, êrîş girantir kirin. Li ser zarok û jinan çekên kîmyewî hate bikaranîn. Bi dehan mirovên sivîl şehîd dibin, lê cîhan tev li berameber vê yekê bêhelwest e. Pêdivî heye sedema vê yekê were pirsîn."

'Li Rojava şikestin berê xwe dane Bakûr'

Delîla di berdewama nirxandina xwe de got, "Pir eşkereye ku piştî çeteyên DAÎŞ'ê li Rojava darbeyên giran xwarin û her ku diçe bi pêşveçûna hêza QSD'ê xwe ji axa Sûriyê paşvedikişin, vêcarê hikûmeta AKP'ê ku endamên DAÎŞ'ê jî tê de hene, berê xwe dan Bakûrê Kurdistanê. 50'î roj zêdetir e ku li navçeya Nisêbînê topbaran pêk tê. Dixwazin gelê wir bi tevahî qir bikin. Mirov dikare bêje yek ji hedefên wan jî ew e ku tola şoreşa Rojava ji Kurdan hilînin."

'Em ê di jiyana birûmet de israr bikin'

Delîla rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di afirandina kesayetên berxwedêr de jî anî ziman û wiha pêde çû, "Kurd bir ramana 'Berxwedan Jiyan ê' jinûve hate zindîkirin. Ev berhema keda Rêber Apo ye. Ji ber vê em ê heya dawiyê di jiyaneke birûmet de israr bikin. Çiqas bi ser me de werin jî, nemumkine em dest ji têkoşîna xwe berdin." Delîla di dawiyê axaftina xwe de jî wiha got, "Ev şoreş şoreşeke rast e, xeteke rast e, lewma em dizanin jin dê xwedî li şoreşa xwe derkeve. Vîna jin ew ê nekaribin bişkînin. Ev jî tirseke mezin dide dijmin. Em wek jinên Kurd bi felsefeya Rêber Apo, di rêya rastiyê û baweriyê de dimeşin. Li Rojava hêzên desthilatdariyê têk çûn vê carê berê xwe dan bakûrê Kurdistanê. Lê divê bê zanîn em ê tewîz ji jiyana azad nedin."

(zd/rc)