Nivîskarên jin: Werin em bi hev re li hember darbeyê deng derxin
09:11
JINHA
STENBOL - Nivîskarên jin piştgirî dan kampanye ya "Ji darbeyê re na" bûn û gotin; "AKP bi zorê makezagonan îlegal deke. Ev darbeye divê em hemû li hemberî vê derkevin."
Nivîskarên jin girêdayî deklarasyona gelek saziyên civakiya li hember ji meclisê avêtina parlementerên HDP'ê nirxandin kirin. Nivîskaran diyar kirin ku ew pitgiriyê didin kampanya ya li hember darbeya li meclisê hatî kirin 'na'. Belma Firat pirsa "Ma gelo kî dê piştgiriya darbeyê bike?" û da zanîn ku ew piştgiriyê didin kampaniye ya "ji darbeyê re na". Belma bilêv kir ku ew li peyî diruşma "Dest nedin parlementerên me" ne û wiha berdewam kir: "Armanca wan bêdeng kirina muxalîfane. Ev diktatoriye, niha dixwazin parlementerên alîgirê aştiyê ji parlementoyê derxînin."
'AKP'ê fayîkê dînîtiyê li welat kiriye'
Ayşegul Devecioglu jî destnîşan kir ku pêvajoya bi nîqaşên li ser rakirina destnedayînê despêkirî li dijî makezagonê ye, weke darbeyê tê binavkirin û wiha domand: "Ti madeyên makezagonê weke niha berew paş neçune. Bi giştî rakirina destnedanê dikeve nava lînca siyasî, bêguman nayê pejirandin. Ji ber di zagonan de cara yekeme ceza kesanî tê kirin. Hem jî rasiya ku di sala 1994'an de hatî jiyan kirin heye. Dema ku pistoya parlementerên DEP'ê girtin ji meclisê derxistin tê dîtin çiqas em ji aştiyê dur xistin. Ji bo hêviyên me yên aştiyê ev rewşek neyê pejirandine. Niha makezagonê îlegal dikin, ev darbeye. AKP'ê fayîkeyek dînan li welat kiriye. Di meclisê de piraniyan destê xwe rakirin êrîşî parlementerên HDP'ê kirin, bi zorê makezagonê îlegal dikin û bi vî awayî suc dikin. Ev darbeye divê em hemu li hemberî vê derkevin. Divê her kes bi nivîs, xêzkirin û derketina kolanan li hemberî darbê derkevin."
'Darbe ji bo demokrasiyê metirsîdare'
Tekgul Ari jî pirsa "Berî niha di derbarê çar wezîran de fezleke dabûn, wê demê çima serê wê girtin?" dest pê kir û got; "Niha jî di oxira seroktiyê de darbeya sivîlan dike. Ger ev rewş ne dirutî be çiye? Hemû awayên darbeyê ji bo demokrasiyê metirsîdarin. Bi vî awayê rakirina destnedanê pêşî li siyasetê jî tê girtin. Ji xwe bi navê demokrasiyê têra xwe welat birîndarbû. Bi vî awayî bi navê darbeya sivîlan dê bê rewşek wiha ku êdî qala demokrasiyê jî neyê kirin."
'Dê di nava gelan de qetanê bîne'
Ayşegul Tozeren jî bilêv kir ku siyaseta nûjen vekirî axaftine û got: "Bi girtina parlementerên HDP'ê dikare nava gelan qut bike. Sudê kê di vê de heye? Nivîskarek tirk ku li rojavayê Tirkiyê dijî, bawerdikim ku carekê emê li ser masê aştiyê runin. Lê divê heya wê demê têkiliyên me nebe sedema vekirina birînên kur."
(zt)