'Divê têkoşînek kolektîf hember projeyê hilweşînê bê dayîn'
09:32
Nişmiye Gûler/JINHA
WAN- Nivîskar-Rojnameger Pelîn Cengîz û endama Tevgera Ekolojiyê Nuray Yûce bal kişandin ser girîgiya rêxistinbûnê li hember projeyên hilweşînê a ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li Kurdistanê tê pêk anîn û diyar kirin ku divê tevahî tevgerên ekolojiyê bi aweyek kolektîf hember polîtîkayê hilweşînê derên.
Li bajarên bakûrê Kurdistanê hikûmeta AKP'ê bi navê "Îstîmlaka Lezgîn" projeyên xwe ên hilweşînê dewam dike û bi projeyên avakirina TOKÎ'yê vê carê rojev dagirtiye. Di serî de li Sûr, Silopî û Cizîrê, cihên dîrokî ji aliyê dewletê ve bi projeyê avakirina TOKİ'yan tê xirab kirin. Rojnameger Pelîn Cengîz diyar kir ku li herêmê bi projeyên avakirina TOKI'yan re pirsgirêkên xwezayî dertên û got hikûmeta AKP'ê projeyên TOKI ji bo berjiwendiyên xwe pêk tîne. Pelîn da zanîn ku projeyên TOKI ji bo malbatên xizan tên çêkirin, lê dewletê vê projeyê veguherandiye qadê berjiwendiyê û ji bo çînê serdest bi kar tîne. Pelîn destnîşan kir ku di bin navê îstîmlaka lezgîn de dewletê li Sûrê cardin projeyê TOKI xistiye rojevê û wiha domkir, "Di serî de li Sûrê li gelek bajaran bin navê îstîmlaka lezgîn de dest bi înşakirina TOKİ'yan kir. Ev yek jî nîşaneyê ku di pêşerojê de çi pêk were dide."
'Divê em hewirdorê desthilatdariyê tang bikin'
Pelîn polîtîkayê hikûmetê jî rexne kir û wiha got, "Divê pispor bên herêmê û lêkolînek kûr pêk bînin û her wiha encamê lêkolînê bikin rapor. Divê dî vî warî de hewirdorê desthilatdariyê bên tangav kirin. Pêwîste welatiyên bi zorê ji herêmê hatine koçkirin bên vegerandin û ji bo avakirina jiyanê piştgirî bên dayîn. Divê cihên dîrokî ên hatine xirab kirin ji aliyê pisporan ve ji nûde bê înşa kirin."
'Herî zêde şer ziyanê dide ekolojiyê'
Endama Tevgera Ekolojiyê Nuray Yûce jî destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ligel polîtîkayên xwe ên şer ziyanê dide xwezayê û wiha got, "Şerê dewleta Tirkiyê ya li Kurdistanê bandorê li xwezayê jî dike û tune dike. Herî zêde şer ziyanê dide ekolojiyê. Divê têkoşînek koloktîf hembr projeyên hilweşînê bê dayîn."
(rc)