Ji Melda Onur bang: Em dîsa nekevin heman şaşiyê
09:56
JINHA
ENQERE - Parlamentera CHP’ê ya berê Melda Onur pêşnûmeya rakirina destnedanên ku ji Komîsyona Destura Bingehîn şandin Lijneya Giştî ya Meclîsê, nirxand û parlamenterên DEP’ê bibîr xist û got: “Em dîsa nekevin heman şaşiyê.”
Melda Onur ya ku demekê endamê Meclîsa Partiya CHP’ê bû, demekê peywira cigirtiya serokê giştî yê CHP’ê kir. Melda di 24’ê de bû palmanetra Stenbolê. Melda diyar kir di rojên borî de bi parlamenterên dema 24’ê re hatine cem hev û têkildarî rakirina destnedanê de û daxuyaniyek ku îmzeya37 parlamneterî lê ye weşandine. Melda Onur bertek nîşanê ‘rakirina destdanê da’ û got ji bo destekê nede vê , îmzeya xwe avêtiye vê metnê û got: Ez gelek baş dizanim ku wê gelek parlamenter di vê mijarê de wê bên na.”
‘Rakirina destdanê wê AKP’ê xurt bike’
Melda got serokê gitşî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di vê mijarê de bi israr li ser fikra ‘bila destnedaneke HDP’ê tinebe’ dibêje erê û û ev jî bi re fikaran çêdike. Melda wiha got: “Ev rakirina destnedanê tenê destnedana AKP’ê xurt dike. Hun dest nadin AKP’ê, ji bilî AKP’ê hun dest didin hemû kesî. Ev rewş li dij destura bingehîne. Ti aliyê wê yê hiqûqî tine. Di rewşeke wisa de rakirina destnedana parlamenterên HDP’î wê rê li ber endamên xerab veke. Ez di twîtterê de jî nerazîbûna xwe tînim ziman. Ez bang li hemû parlamenteran dikim ku ji vê re bêjin ‘na’.
‘Salên 90’î tîne bîra mirovan’
Melda bi lêv kir ku divê muxalefet bandora vê ya li ser Tirkiyeyê vebêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “lê ji ber muxalefet bi hev re tevnagere, reş bi yek destî tê vegotin. Tenê bi zimanê AKP’ê ji gelê Tirk re hinek tişt tên vegotin. Gel di derdê canê xwe de ye. Di derdê betaliyê de ye. Îro ger em li welat di nav şîdetêde ne, ger şerek tê jiyîn û gelek kes jiyana xwe ji dest didin divê em sedema vê di salên 90’î de ku parlamenterê DEP’ê ji meclîsê hatin avêtin, bigerin.”
‘Em dîsa nekevin heman şaşiyê’
Melda tiştên di salên 90’î de hatiye jiyîn bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “îro jî heman pêkanîn tê kirin û wê dîsa emê li bende 20 salî bin û wê encamên giran derxe holê. Ev rewşek bi êş e. Felaket tê dîtin. Em vê texmîn dikin. Ne tenê ji yen CHP’ê, wê ji AKP’ê jî ‘na’ derkeve.Ez bang dikim ku bila dîsa nekevin vê şaşiyê û Tirkiyeya xwe nekin bin îpotekê.”
(hu)