Li Nisêbînê bi obusan malan dişewitînin

10:05

JINHA

MÊRDİN – Li Nisêbîna ev 54 roj e berxwedana xwerêveberiyê lê didome, avahî bi obusan tên şewitandin.

Li Nisêbîna Mêrdînê ev 54 roj e li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewletê, berxwedana xwerêveberiyê didome. Li gel vê taxên berxwedanê ji duh ve tên bombebarankirin. Êrîşên ku li taxên Abdulkadîrpaşa û Firatê dijwar dibin, bi wesayîtên zirxî yên li derûdora nexweşxaneya kevn hatine bicihkirin avahiyên li Kuçeya Kanaryayê hedef digirin û li heman kuçeyê agir bi gelek avahiya xistin. Heta niha li Kuçeya Kanaryayê bi dehan avahî hatine serobinkirin û avahiyên ku agir bi wan ketin heta ber destê sibehê şewata li wan domand.

Li navçeyê berxwedana endamên YPS/YPS-JIN'ê didome.

(kom/zt)