'Ne em hişmendiya we qirêje'

10:18

Gulfidan Ataman/JINHA

WAN - Li ferhenga TDK yê gotinek dinê ya zayendî ku girêdayî jinan hatî gotin zêdebû. Dema ku di pêvajoya 'regil' bûnê de ferhengê jin weke qirêj nîşanda ji jinên ciwan bertek zêdebûn. Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê xwestin TDK ji hişmendiya xwe ya jin xistina rewşên cuda vegere û gotin: "Ne em hişmendiya we qirêje."

Saziya Zimanê Tirkî (TDK) li hemberî jinan zimanek mêrane dixebitîne û têgihên xwe yên zayendperestî berdewam dike. Herî dawî ser ferhenga xwe ya înternetê ji bo pêvajoya jin regil dibe gotina "qirêj" bikaranîne. Berî niha jî dema ku TDK gotina "musait" bikaraniyî jinan bertek nîşan dabûn. TDK ya ku dayîna têgihên cînayetê berdewam dike, dema gotina "qirêj" jî bikaranî rastî nerazîbûnên jinan hat. Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dan zanîn ku TDK xizmeta zimanê mêran dike. Xwendekara Perwerdehiya Bedenê Şehriban Agirbaş got: "Li gorî min hêza jinan ji ya mêran hîn zêdetire. Em vê di BESYO de dikarin bibînin. Tiştên ku mêr nikarin bikin, em jin dikarin bikin. Em vê di jiyana xwe ya rojane de jî dikarin bibînin. Di xwezaya jinan de pêvajoya regl bûnê hene. Ji regl bûna jinan re qirêj dibêjin, Wê demê çima qirêjiyên mêr dikin nabîne?"

'Qirkirinên jinan bandora qirêjiya hişmendiya mêrane'

Şehriban destnîşan kir ku tacîz, tecawîz û qetilkirinên jinan encama hişmendiya qirêj a mêrane û wiha domand: "Lê mixabin ti xirabiyên mêran li ber çavan nakeve, lê rewşek a jinan a xwezayî û ji bo tenduristiya wan baş qirêj dibînin. Ji ber mêr çî bike bila bike ji aliyê dewletê ve jin sucdar tê dîtin. Ez vê helwesta Saziya Zimanê Tirkî şermezar dikim. Bila her dem jinan weke meta, yan jî navgîn nexebitîne. Jin jine. Bila hewilnedin bixin rewşekdinê."

'Regl ji bo tenduristiya jinane'

Xwendekarek dinê ya bi navê Yekbûn Altun jî ji ber gotinên TDK yên ser jinan ew şermezar kir. Yekbûn regl bûn ji xwezaya jinan tê, ti mafê kesê yê di dema regl bûnê de ji jinan re "qirêj" gotinê tineye. Yekbûn da zanîn ku regl ji bo tenduristiya jinan başe û wiha berdewam kir: "Li gel ku li derdora me ewqas qerêji heyî, radibin ji reglbûna jinan re qirêj gotin, nêzîkatiyek ne raste."

'Êdî dema ji van re raweste gotinê hatiye'

Ji xwendekaran Nur Ozçelik jî bilêv kir ku ferhenga TDK'ê jinan biçuk nîşan dide û wiha domand: "Reglbûn zayînê di nava xwe de digire. Gotina qirêj bikaranîn gelek şaşe. Bi her awayî ser jinê şidetkirin li Tirkiyê pir hêsan bûye. Lê êdî dema em ji vê re bêjin bese hatiye. Em ne qirêjin, ya qirêj hişmendiya we ye."

(zt)