Li atolyeya jineolojiyê dan û standina fikir, zanîn û ceribandinan
10:34
Şehriban Aslan/JINHA
AMED - Bi peşêngiya Akademiya Jinên Surê her hefte ji bo jinên Surê 'Nirxandinên atolyeya jineolojî' tên dayîn. Jinên ku beşdarî nirxandinan dibin zanîn û ceribandinên xwe bi hev re par dikin.
Li Akademiya Jinên Sura Amedê her hefte li atolya jineolojî nîqaş tên meşandin. Jinên ku her roja îne tên cem hev, roja ku jin li atolyê digijîn hev bi 'hevdîtina jinan' nav kirin û jin raman û tecrubên xwe pardikin. Jin li ser jineolojî nîqaşan didin meşandin. Ji jinên ku tevlî nîqaşên jineolojî bûn Ezgî Kaya got ku jin ji vê hevdîtinê memnunin û jin yek bi yek tevlî nîşan dibin.
'Vê heftê pirebok hat vegotin'
Ezgî diyar kir ku demek direje li atolya jineolojî nîqaş tên meşandin û wiha dom kir: "Ji ber êrîşên ser Surê berdewam dikin ev demeke me ji neçarî navber da nîqaşên jineolojiyê. Ev du hefteye me dîsa dest bi nîqaşan kiriye. Em nîqaşên xwe bi jinên li Surê dijîn re dikin. Me nîqaşên xwe yên berî niha li ser tecrubên tên zanîn didan meşandin. Heftiya din me bi jinên ku berê li gund jiyan kirine, pirebok tiştek çawaye kî ye çawa ye vegot. Her jinek çîrokên ku ji mezinên xwe bihîstine vegotin. Mînak jinekê ji mere pirebok wiha vegot: "Porê pirebokê dirêj û tevlî hevê û mirov nikare bikeve navê. Gava mirov di keve nava wê dê jî bêhna wê dikeve canê mirov û ji aliyê civakê ve nayê qabûl kirin."
Ezgî bilêv kir ku gava van ramanê cuda bihev rê pardikin bi kelecan ji hev re dibêjin.
'Raman bi parkirinê zêde dibin'
Asli Cengîz a di nav nîqaşên atolya jineolojî de cih digire dest nîşan kirin ku li ser mijarên bi jibîr kirinê re rû bi rû ne nîqaş tên meşandin û wiha berdewam kir: "Berê derfetên me yê çûna nexweşxanê nebûn. Zêdetir mirovên nexweş bi giya şîfa dihatin dermankirin. Heftiya derbasbûyî me ser kijan giya ji kijan biranan re başe û bikêrî çi tê nîqaş hatin kirin. Mijara me ya din jî gava jin di zên 40 rojî ji malê dernediketin. Ji bo ku zarokên wan yê pêçekê duz bin di nav cilan de di pêçan. Em dikarin bêjin em her heftî mijarên cûda nîqaş dikin. "
Asli bal kişand ser nîqaşên jineolojî ku jin van nîqaşan tevlî derdorê dibin û wiha axivî: "Raman bi parvekirinê zêde dibin û xwest em bidin nîşan dan ku raman bi pere neyên sitandin. Armanca me ew bû ku em raman û tecrube di nav jinan de belav bikin."
(dt/zt)