Ji Demetê name heye: Xwe ji tecawizê parastin sûc e gelo!
10:47
Sîbel Yukler/JINHA
AMED - Demet Y. ku Zekî Ç. yê xwest tecawizê wê bike, kêr kir û kuşt, bi îdiaya ku ‘ji qestî kuştiye’ hat girtin, ji JINHA’yê re nameyek şand. Demetê diyar kir ku zîhniyeta serdest ya mêr hewldanên tecawiz û tecawizê ji nedîtîve tê û got: “Ger wê rojê ez rastî tecawizê bihatama belkî ceza nedana wî. Lê ji ber min xwe ji tecawizê parast, ceza ji min re tê xwestin.
Li navçeya Gêl a Amedê jina bi navê Demet Y. di 15’ê Sibatê de bi hevkariya hevalek xwe Zekî Ç nas dike. Sê meh şûnde Zekî Ç yê 32 salî dixwaze bizewice û xwe ezeb dide nasîn. Demek hîn dike ku zewicandiye dixwaze dest jê bedre. Demek bi gefa ‘Ezê te ji mala bavê te derxînim, bibi tecawiz bikim û şûnde bişinîm’ tê rû hev. Zekî yê ku bi vê sînor nema, şantaja ‘ di destê min de wêneyên te hene’ kir. Demet bi şantajê hevdîtin lê tê zorkirin û Demetê ew bi kêrê birîndar kir. Zekî Ç. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.Demet heman rojê bi îdiaya ‘ji qestî kes kuştinê’ hat girtin.
Ji Demetê name heye!
Demet ev saleke di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye. Dema ket girtîgehê 19 salî bû niha 20 saliye. Tiştên ku di salekê de jiya ji JINHA’yê re vegot. Demet wiha got: “Wê rojê ez rastî tecawizê bihatama wê ceza nedana wî. Lê ji ber min xwe parast, ceza ji min re tê xwestin. Tevî her tiştî ez li ser piyame. “
Demet wiha dest bi nameya xwe dike:
‘Min hêza jinan dît’
“Dema ev bûyer hat serê min û ez ketim nav çar dîwaran min got ji bo min her tişt qedya. Lê niha ez dizanim ku ti tiştek neqedyaye û ez ne tenê me. Ji ber min bedena xwe teslîm nekir û rumeta xwe nekir bin lingan, kêfxweşim. Ne poşmanim. Tevî her tiştî her li ser lingê xwe me. Ez roja derketina xwe dipêm.Ev çar dîwar mirovan destpêkê xemgîn dike, lê pitşî xwe te zimanê wan hîn kir, ti xwe zêdetir pêş dixî. Min li vir dît ku jin çi dijî, çawa lê dinêri. Min hêza jinê li vir dît.”
‘Daxwaza min ya xwendinê ti car têk neçû’
Demet niha ji derve lîseyê dixwîne û dixwaze pêşerojê de bibe dadger.Demek wiha berdewam dike: “Min bihist ku qeydên lîseya ji derve hene. Min qeyda xwe li vir nû kir. Girtîgeh ji bo min bu cihê perwerdê. Ji bo xwe pêş bixînim her tiştî dikim. Diçim kursan, dersê dixebitim. Ez ji xwendinê pir hez dikim. Mirovek çi bixwaze dikare bike. Ez ji xwendina pirtûkan hez dikim. Ez 20 salî ketim vir. Xeyalên min hene. Ez herî zêde ji hespan hez dikim.”
‘Ji jiyana me hemyan parçeyek heye’
Demet diyar kir ku pirtûka Seray Şahîner ya di girtîgehê de ye a bi navê ‘Antabus’ xwendiye û got jinên li vir jî xwendiye û jiyana her jinekê parçeyek heye.
Tehdîd ‘nîqaş’, hewldana tecawizê ‘gengeşî’
Demetê ji bo îdianameya dozger ku tehdîd wek nîqaşê û hewldana tecawizê jî wek ‘gengeşî’ dît jî wiha got: “Dema çûm dadgehê wek sûcdar nêzî min dibin. Min xwe parast. Ez vê zîhniyetê fêm nakim. Mirovek ji bo rumeta xwe dijîm. Ji bo hemû jinên ku ligel minin û piştgiriyê didin min spas dikim.
‘Ji ber min xwe parast ceza tê xwestin’
Demetê diyar kir ku zîhniyeta serdest ya mêr hewldana tecawizê ji nedîtîve tê û got: “Ger ez rastî tecawizê bihatama wê belkî ceza nedabûna wî. Lê ji ber min xwe parast ceza dan min. Jin di civakê de tine tên hesibain. Jinên rastî taciz û tecawizê tên nekarin ji kesî re vebêjin.divê ev zihniyet bêguhertin. Hêviya min heye. Bi hêviya rojên azad.”
(hu)