Ji jinên Nisêbînê bang: Roj roja berxwedanê ye
11:29
JINHA
MÊRDÎN - Navçeya Nisêbînê bi mehan e ji hêla hêzên dewletê ve tê bombekirin. Welatiyên navçeyê aşkera kirin ku ew ê li dijî hemû êrîşên faşîzan dest ji axa xwe berndenin û ev tişt gotin: "Em tî û birçî jî bimînin, em dê dest ji navçeya xwe bernedin. Tenê daxwazeke me heye ew jî divê gelê kurd li dijî vê dagirkeriyê yekitiya xwe ava bike û li dijî vê zilmê deng derxe."
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di demên dawî de 8 cara derketina derve hat qedexekirin, bi qedexeya herî dawî re, 54 roj e navçe ji hêla hêzên dagirker ên tirk ve bi tang, top û obusan tê bombekirin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedana xwerêveberiyê cewherî bi hemû hêza xwe didome. Hêzên dewletê bi hemûn çekên giran êrîşê navçeyê dike, herî dawî çekeke ku dûkeleke spî derdixe û nayê zanîn ka çi çekek e, li dijî gelê navçeyê hat bi kar anîn. Navçeya ku navenda wê ji ber êrîşên deweleta dagirker hatiye hilweşandin, her çendî bê gotin ku "li navçeyê kes neman ye", li serê her kuçeyekî komek welatî li hev dicivin û li dijî hemû qedexe û êrîşan cihên xwe naterikînin.
'Em dê Nisêbînê tenê nehêlin'
Dayika Aştiyê ya Nisêbînê Nurê Çetîn, di berxwedana navçeyê de pêşengtiyê dike. Ji roja qedexeya li ser navçeyê dest pê kir, heta niha her roj ji gelê navçeyê re pêşengtiyê dike û bi dirûşmên berxwedanê hêzê dide gelê navçeyê. Nûrê da zanîn ku dewlet ji bo navçeyê ji gel bide valakirin, bi hemû êrîşên dijwar bi ser navçeyêde tê û wiha axivî: "Trafoyan hedef digirin û ceryana navçeyê qut kirin. Hemû dikan li navçeyê dan girtin. Qûtê ku me berî 2 mehan berhev kir, em wan bi kar tînin. Ev 15 roj e av jî hatine qutkirin, hemû dikan hatin şewitandin. Dixwazin bi êrîşan hemû navçeyê vala bikin, lê em dê destûrê nedin vê."
'Roj roja berxwedanê ye'
Nûrê aşkera kir ku gel navçeyê neterkîne, dê berxwedan bi ser keve û wiha pêde çû: "Hin kesên ku rewşa Cizîrê dîtin, tirsiya û vir terikandin. Îro her kes li malên xwe bûya, dê ev qas qedexe berdewam nekira. Lê dîsa jî her kes li cihê lê rabe serhildanê, dê qedexe dîsa rabe. Em li taxan û hemû kurd jî li cihê lê ne rabin, dê ev qedexe dîsa rabe. Bi serhildanê em dikarin qedexeyên li ser Nisêbîn, Gever û Şirnexê rakin. Divê di serî de Mêrdîn, naveçyên wê Dêrik û Qoser û hemû kurd rabin. Roj roja berxwedanê ye. Kesê ji vê hovîtiyê re bê deng bimîne, dê bibe hevkarê vî sûcî. Berxwedan ne tenê karê Nisêbînê ye."
'Zarok ji her tiştî fêm dikin'
Welatiya bi navê Perîhan Akan a bi hevjîn û zarokên xwe re li navçeyê dimîne, da zanîn ku ji ber êrîşên bombeyî zarokên wan gelekî pê bandor bûne û ev tişt got: "Çekên ku tên bi kar anîn nayên zanîn. Hemû avahiyên li dora me hilweşandin. Dê dor kêngê bê me em nizanin. Zarok gelekî ji êrîşan bandor dibin. Her tiştî fêm dikin. Divên 'Em dê mala xwe neterikînin.' Zarok jî ji tundiyê natirsin. Ji bo em derkevin kuçeyê her tiştî dikin. Lê tax bê ser u ber tên gulebarankirin. Kes ji êrîşan natirse."
'Em tî û birçî jî bimînin em dê terk nekin'
Perîhan herî dawî bang li gelê kurd jî kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em bi mehan jî li vir tî û birçî jî bimînin, bila, canê me ji kesên vir dimîne ne qîmet tir e. Em bi mehan tî û birçî jî bimînin, em alîkarî ji kesî naxwazin. Tenê daxwazeke me heye, ew jî yekitiye. Divê gel bibe yek û ji van komkujiyan re bêje bes e."
(rc)