Oya Baydar: Dîroka Tirkiyeyê dîroka gorên komîne

12:02

JINHA

DÊRSIM – Nivîskar Oya Baydar diyar kir ku qirkirina Dêrsîmê û êrîşên li gelek deverên Kurdistanê pêk tên bi heman zîhniyetê tên berdewamkirin û got: “Gora komî ya li Dêrsîmê, ne li Dêrsîmê û ne jî li Tirkiyeyê ya dawiye. Gorên komî yên wek vê pirin. Mixabin mirov dikarin ji dîroka xwe re bêjin dîroka gorên komî.”

Hestiyên 24 kesên di komkujiya Dêrsîmê ya 1938’an de hatin qetilkirin di rojên bûhrî de bi merasîmekê hatin definkirin. Lê îro li Sura Amedê din ava kavilan de cenaze tên derxistin û li Cizîrê di bodroma hovitiyê de tiştên bi sîvîlan hatin kişandin jî wek plana Şark Islahatê ya 1935’an de dîsa li ser gelê Kurd tên meşandin. Oya Baydar ku beşdarî merasîma definkirina hestiyên 24 kesan bû wiha got: “Gora komî ya li Dêrsîmê ya li Dêrsîm û ne jî li Tirkiyeyê ya dawiye. Li Tirkiyeyê goristanên wiha hene. Mixabin dîroka Tirkiyeyê wek ‘dîroka gorên komî jî’ tê bi navkirin.

Li Sûrê gorên komî tine lê cenaze tên derxistin’

Oya di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî Dêrsîmê 78 sal şûnde niha jî li Surê, Cizîr, Nisêbîn û deverên cuda heman tişt tên dîtin û wiha pê de çû: “Li wan deran gorên komî jî tine. Lê di nava xerabeyan de cenaze tên dîtin. Nîha testên DNA’yê neqedyane. Yên mirine, yên hatin kuştin, yên hatine şewitandin hene. Tiştên tên dîtin, nîşan didin ku hebûna xwe didomîne. Ne em bni 1915’an re û ne jî em Dêrsîmê re hatin rû hev. Hesabê tiştên k udi 6-7’ê îlonê de bi Ruman hatin jiyandin jî nehat dayîn. Îro li gelek bajarên Kurdistanê komkujî hîna didome. Bi komkujî û qirkirinan re nehatine rû hev. Hêviya min eve ku di demeke nêz de hesabê vê bidin.

Sedema pêkanîna qirkirinan modela netewe-dewletî ya Tirk e

Oya da zanîn ku sedema pêkanîna qirkirinan zîhiniyet û avabûna netewe-dewlet ya Tirk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî divê ev zîhniyet bê guhertin. Netewe-delweta Tirk nebû xwedî zîhniyeteke pirbawerî. Cudahî qebûl nekirin û her tim serî li polîtîkaya tinekirin û asîmîlekirinê dan.”
Oya di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku di 1915’an de li Ermeniyan, di 1938’an de li Dêrsimiyan, îro jî li Sur, Şirnex, Geverê polîtîkayên serîtewandinê tê meşandin û got: “Ev pêkanîn hêj didomin.”

(hu)