'Ji bo Çilem Dogan azadî'

12:28

JINHA

EDENE - Jinên ku hatin doza Çilem Dogan a ku parastina xwe ya cewherî kir, hevserê xwe Hasan Karabulut ê ku ser wê şidet dikir kuşt şopandin banga; "Ji Çilem re azadî" kirin.

Çilem Dogan a li Edenê parastina xwe ya cewherî kir, hevserê xwe Hasan Karabulut ê ku ser wê şidet dikir kuşt hat girtin. 3. runiştina doza Çilem a ku pirsa "Ma dê her jin bimirin?" kir, li 10. Dadgeha Cezayê Giran a Edenê despêkir. Beriya runiştina dozê Platforma Jinên Edenê li ber Dadgeha Kevin a Edeneyê pankarta "Parastina cewherî mafe, ji Çilem re azadî" vekirin û diruşmên weke "Ne dada mêran, dada rastî", "Ji Çilem Dogan re azadî" û "Bijî hevgirtina jinan" bilind kirin.

Li ser navê jinan Parêzer Songul Yildiz daxuyanî xwend û got: "Em li mafê jiyana jinan xwedî derdikevin. Pergala deshilatiya mêran jin li hember şidetê bê çare hêlane. Jinên ku li hember şideta xwe bi sazî kirî parastina xwe dikin, divê neyên cezakirin, ji ber ku parastin mafe. Di hemû delîlan de Çilem bê sucê tê dîtin. Emê weke jinên şopdarên doza Çilem daxwaza serbestberdana Çilem dikin."

(zt)