Jinên Romen Hidirellez bi coş pêşwazîkirin
12:34
JINHA
STENBOL-MERSÎN- Jinên Romen li Mersîn û Stenbolê Hidirellez pêşwazî kir. Piştî ku bernameya li Ahirkapi hat betalkirin şûnde Hidirellez bi coşa berê nayê pîrozkirin û cihên darên gulan yên ku daxwaz pêve dihatin daliqandin jî darên derewîn girtin. Tevî vê jinên Roman Hidirellez bi coşa ‘roja me ya herî xweş’ pêşwazî kirin.
Welatiyên Romen wek her sal îsal jî baweriya xwe ya herî kevnar cejna Hidirellezê pîroz dikin. Di 5’ê gulanê ya ku bi 6’ê Gulanê ve girê dide, daxwaz bi darên gulan ve tên daliqandin û li dora agirên mezin direqisin, diçin seyranan. Welatiyên Romen bi coşek mezin xwedî lê derdikevin. Hidirelez wek hêmaya xweza, hezkirin, başî û comerdiyê tê binavkirin.
Li Stenbolê bernameyên li Ahirkapi îsal hatin betalkirin. Bername ji însafa şaredariyan re hat hiştin. Di bernameyan de welatiyên Romen tinebûn. Li şûna rengênku çanda Romenan nîşan bidin, rengên yek tîp li cihê bernamê serdest bû.
Tevî ku kêfxweşiya berê tinebe jî jinên Romen Hidirellezê wek ‘roja me ya herî xweşe’ bi nav dikin.
‘Em vê rojê pirsgirêkan ji bîr dikin’
Gulay Bora got ji temenê biçûkatiyê de beşdarî bernameyandibe û got daxwaza xwe digirin û agir pêdixistin. Gulay Bora got: “Em vê rojê hemû derdan jibîr dikin. Pirsgirêkên jinên Romen jî wek hemû jinên din yek e. Min her sal di daxwaza xwe de xanî dixwest. Îsal başî tenduristiyê dixwazim.”
Li darên gulan daxwaz
Meral Çinar jî ku berê beşdarî bernameyên Ahirkapi dibû jî got îsal bernameyên ku ji çanda kolanê durin pêk tên.
Yeşîm Coşkun jî wiha got: “Ez ji vê rojê pir hez dikim. Em li Sultan Ahmetê dihatin cem hev û em bi reqsan diçûn. Em bi muzîkjenên Ahirkapi re li kolanan dilîstin. Me daxwazên xwe bi darên gulan ve didaliqandin. Daxwazên min hemû rast bûn.”
Li Mersînê di mîhrîcana Romen de Hidirellez hat pîrozkirin
Li Mersînê ji aliyê Federasyona Romen a Akdenîzê ve li qada Aştiyê di çarçoveya mîhrîcana Romenan de Hidirellez hat pîrozkirin. Serokê Federasyona Komeleyên Romen a Akdenîzê (Akromfed) Ali Daylam, wekîşê hevşaredarê Akdenîzê Bedrettin Gundeş, wekîlê hevşaredarê Toroslarê Ahmet Ata, waliyê Mersînê Ozdemir Çakacak û serokê Komeleya Mafê Romenên Cîhanê Orhan Galjus beşdar bû.Alî Daylam axivî û piştî axaftinan welatiyan qurnefîl avêtin behrê. Ji bo zarokan nîşandanên anîmasyon pêk hatin. Lokme hatin belavkirin. Eleqeya welatiyan bo mîhrîcanê gelek zêde bû.
‘Her der warê Romenan e’
Ji Federayona Komeleyên Romen a Akdenîzê civaknas Sevgî Çeçen got Newroz ji bo Kurdan çi îfade dike, Hidirellez jî ji bo Romenan wê îfade dike. Sevgî bi lêv kir ku felsefeya jiyana Romenan xwe di ala wan de nîşan dide. Her der warê Romenan e. Hidirellez mizgniya biharê dide. Her sal di 5’ê Gulanê de tê pîrozkirin.”
(hu)