Diyariya herî xweş ji bo dayikan: Cîhanek bê şer e

13:26

Rojda Oguz/JINHA

STENBOL - Mîhrîcanên ku ji bo rumeta Kîbeleya Roma Antîk û Rhea ya Yewnana Antîk tê kirin, bi ‘Roja Dayikan’ a diyariyê rihê Dayika Xwedavend hatiye kirin, bi sedsalane didome. Di vê roja taybet ya diyariyê rihê Dayika Xwedavend hatiye kirin, li Tirkiye û Kurdistanê dayik bê zarokên xwe roja dayikan pêşwazî dikin.

Di dîrokê de roja Dayikan bi destpêka mîhrîcana ku ji bo rumeta Rhea ku dayika xwavendên mîtolojiya Yutan a Yewnana antîk û bi mîhrîcana Romaya Antîk jî 250 sal berî welîdîna Îsa ji bo Kîbele vejiya. Zîhniyeta serdest ya mêr bi tinekirina serdema Dayika Xwedavend dest pê kir û xwest têgeha dayiktiriyê û roja Dayikê bi kapîtalîzmê tevlihev bike û hedef kir ku wateya vê rojê bi jinan bide jibîrkirin. Ferasedeta dewleta kapîtalîst li aliyekî li zarokan ferz dike ku ji Dayikên xwe re diyariyan bikirin û li aliyê din jî li dayikên ku zarokên wan hatine qetilkirin guhê xwe digirin. Dayikên şemiyê hefteya 580’emîn li du xwe hiştin.Dayikên Aştiyê jî li Tirkiye û Kurdistanê bi melhefên xwe yên sipî bi hesret û bêrîkirinên xwe têkoşînê dimeşîne. Beriya roja dayikan ku diyariya herî baş ya ji bo wan ‘aştiye’ em dayikan re axivîn.

Her roja dayikan êşa min teze dibe

Dayika aştiyê Bedîa Gok bi kulîk danîna ser gora zarokê xwe telesiya xwe dixîne. Bedîa got: “Hinek dayik nekarin kulîlkê jî danîn ser gorên zarokên xwe. Ji ber gorên wan tinene. Dayikên Cizîrê hestiyên zarokên xwe yên şewitî berhev kirin. Her roja dayikan êşa min teze dibe. Em dayikin lê li meclîsan jî şîdetê li jinan dikin. Dilê dayikan diêşînin. Ez yên zilmê li dayikan dikin şermezar dikim. Dayik li ku dibe bila bibe dayike. Em çiqas bê deng bimînin wê zarokên me ewqas bimirin. Roja dayikan ji bo me her tim eyniye. Em her tim li kolanan têdikoşin.

Dayikên Kurd ev 40 sale roja dayika nabînin

Perîhan Ada ya dayika Aştiyê got ji dîroka têkoşîna Kurd heta niha di têkoşînê de cih girtiye û got: “Me her tim aştî anî ziman. Me ti carî nexwest dayikên gerîla û leşkeran bigirîn. Me dayik ji hev veneqetandin. Elewî, Çerkez, Ermenî ji hev ne cudane. Dayik dayikin. Deng û rondikên hemû dayikan hemane. Ev 40 sale dayikên Kurd roja dayikan nedîtine. Diyariya dayikên Kurd berxwedane. Tenê daxwaza me eve ku dest ji ser zarokên me bikişînin. Emê roja dayikan li gel dayikên ku zarokên xwe li Cizîr û Surê wendakirin, bin.

‘Welatê ku zarokên me tê de najîn..’

Dayika aştiyê Guley Bugday jî firkên xwe wiha anî ziman: “Wateya roja Dayikan li gorî min cîhanek bê şer e. Roja dayikan ji bo hemû dayikan wek cejnê ye. Ez ji bo dayikên ku dibêjin ‘bila welat sax be’ dibêjim, welatê ku zarokên me têde najin, ne welate. Erdogan dibêje bihuşt bi lingê dayikan de ne. Lê êşa mezin dide dayikan. Em baş dizanin ku ev roj ji bo Erdogan tiştekî îfade nake.”

‘Em zarokên xwe nekin qurbana desthilatdariya AKP’ê’

Guler di dawiya axaftina xwe de bang li dayikan kir û got ew zarokên nekin qurbana desthilatdariya AkP’ê û got bila dayik destê xwe bidin destê wan.

(hu)