Ji bo bargehê polîsan dest danîn ser dikanên jinan!
15:34
JINHA
AMED - Dewlet dixweza dikanê 'Keda Desta Nûra Çavan' yê ku ji aliyê jinan ve hatî vekirin bike bargehê polîsan. Ji van jinên ku dikanan dide xebitandin Hacira Golçe, bertek nîşanî van bûyeran da û got: "Dixwazin jinan hêpsî malan bikin."
Li navçeya Sûra Amedê ku "Qedexeyê derketina derve" 5 heyve dewam dike di bin navê "İstimlaka Lezgîn" de ligel ku malê gel xirab dikin vê carê dikanan bi esnafan didin girtin. Jinên ku li qadê îstîhdamê ber xwe didin, dewlet dixwaze cihên kar ji destê wan bistîne. Li Sûrê dikanê "Keda Desta Nûra Çavan" yekemîn dikanê ku bi kedê 4 jinan hatî avakirine. Gelek jinên Kurdistan û Tirkiye laçik, şal, kincen bi destan, cilên zarokan bi riya vê kargehê bermên desta di firoşin. Bi vî rengî ne tenê 4 jin, di heman demê de ked û berhemê gelek jin li dikanê tê firotin û dikeve xizmetê civakê. Lê dewlet dixwaze dikanê jinan veguherîne wargeha leşkeran.
Ji jinên ku dikanê didin xebitandin Hacira Golçe diyar kir ku dixwazin dikanên wan veguherînin bargeha polîsan û wiha berdewam kir: "Evder ji aliyê Walitiyê û bi daxwaza Mudiryeta polîsan dixwazin veguherînin bargeha polîsan. Divê piştgirî bidin me. Tê gotin ku di mijarê kar de Tirkiyê piştgirî dide jinan. Eger wiha be bila dikanê me ji bo me bihêlin. Di encamê de evder bi kedê jinan pêk hatiye.
Walî dikanên ku tehsîl kirin cardin stene
Hacira destnîşan kir ku ew naxwazin dikanên wan veguhere bargeha polîsan û wiha bertek nîşan da: " Pêşî walî dikanên me tehsîlî me kirin lê dîsa ji me distînin. Dixwazin dikanên me ji destê me bistînin. Bi vî rengî jina hepsî malê dikin. Tu kes nikare pêşiya jinan bigere. Jin bi keda xwe jiyana xwe berdewam bikin."
'Dîmenên piştgiriyê heye lê kiryarî nîne'
Hacira diyar kir ku teşwîqkirina jinan ji bo xebat û jiyanê tenê di gotin de dimîne û wiha got, "Dîmenên piştgiriyê heye lê kiryarî nîne."
(dt/rc)