Li Wanê jî starta kampanyaya 'Her malek Welatek' hat despêkirin

16:15

JINHA

WAN - Kampanyaya "Her malek welatek" li Wanê jî hat despêkirin. Edîtorê Azadiya Welat Bişar Dûrgût yê li ser navê Azadiya Welat axivî bal kişand li ser girîngiya kampanyayê û wiha got ku kampanyaya ku beriya demeke li Amedê dan dest pêkirin dê li pêl bi pêl li hemû bajarên Kurdistanê belav bibe.

Li Wanê bi tevlîbûna partiyên siyasî, kedkar, hevşaredar û rojnamegeran kampanyaya "Her malek welatek" hate destpêkirin. Starta kampanyayê ya herêma Serhedê li Parka Feqiyê Teyran bi daxuyaniya ku ji aliyê Edîtorê Azadiya Welat Bişar Dûrgût hate xwendin ve hate dayîn. Bişar diyar kir ku wan ev kampanyayê di 22'yê Nîsanê de di 118'emîn salvegera Rojnamegeriya Kurd de daye dest pê kirin û wiha axivî: "Kampanyaya me bi dirûşmeya 'Her malek welatek' hate destpêkirin ku ji slogana wê de jî diyar e ku armanc Azadiya welat gihandina her malekî ye."

Bişar, anî ziman ku kampanya ya li Amedê hatiye destpêkirin di nava dema ji aliyê gel ve xwedê lê tê derketin û ev kampanya dê pêl bi pêl li hemû bajarên Kurdistanê belav dibe. Bişar ji bo Serhedê ev tiştan got: "Çavkaniya nirx û berhemên çand û hunera kurdî ye. Bi sedan dengbêjên ku ji bajarên Serhedê rabûne bi sedsalan e ku ruh didin hebûna me. Wan jî dilê Serhedê ye û divê kampanyaya ku hatiye destpêkirin herî zêde jî li vî bajarî belav bibe." Bişar got ku Azadiya Welat ji bo gelê kurd bûye dibistanek û ev tişt anî ziman: "Ango bi saya Azadiya Welat bi hezaran kes fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûne û hin ji wan kesan jî îro bûne nivîskar, helbestvan û çîroknûsên gelê kurd."

Bişar ragihand ku ew ji îro pê de kampanyayê li Wanê didin destpêkirin û got ev kampanya di heman demê de seferberiya çanda kurdî û zimanê dayikê ye. Dûrgût bang li hemû sazî, dezgeh, esnaf, jin, ciwan û zarokan kir û wiha axivî: "Em bang li hemû gelê Wanê dikin ku hem bi xwe bibin aboneyê rojnameyê hem jî aboneyan bibînin. Em bang li hemû kesên ku girîngiyê dide zimanê dayikê û dizanin ku bêyî ziman ne mirov dibe mirov ne jî civak dibe civak. Ji bo jiyaneke azad û zimaneke azad "Her malek welatek."


Piştî daxûyaniyê welatiyên tevlî daxuyaniyê bûn li Kolana Cûmhûriyetê Azadiya Welat belav kirin.

(zt)