Jinên Wanê: Em jî dayikin çima kes guh nade dengê me?
09:05
Hatîce Kaya/JINHA
WAN- Her çiqas şeş sal li ser erdheja Wanê derbasbûye jî, bi rasthantina Roja Dayikan jinên ku li konteyneran dijîn xemginiya xwe anîn ziman. Jinên ku konteyneran de dijîn gotin ew şeş sale têkoşîna jiyanê didin û dexwaza jiyanek bi ewle kirin.
Fekaketên xwazeyî a ku li bakûrê Kurdistanê de pêk hatî erdheja bajarê Wanêye. Şeş sal li ser felaketê re derbas bû, lê kesê kula şeş salan nepêçand. Erdheja ku di 23'ê Cotmeha 2011'an de birinên kur li ser welatiyên Wanê vekirî û nayê ji bîr kirin. Ji ber erdhejê bi hezaran welatî neçar man ku di kon û konteyneran de bijîn. Jinên ku li konreyneran dijî bi boneya Roja Dayîkan nirxandin kirin. Konteynerên ku li ser reya Artemêtan de şeş sale hatî avakirin, jinên bi gel zarokên xwe wê zehmetî yê di konteyneran de dijîn diyar kirin ku ew şeş sale têkoşîna jiyanê li konteyneran didin. Jinan gotin, "Rojên pêş de dibêjin roja dayika heye em ê çi li roja dayika bikin. Em dayik bê avahî dê çi roja dayika bikin. Gelo çima kes guh nade dengê me? em jî dayikin."
'Em jî mîna hemû kesa rojên xweş dixwazin'
Dayîka 3'ê zarokan Gulgerçîn Oral (30) diyar kir ku ew di nava şertên jiyanê ên giran dijîn û wiha got, "Em bi gel erdheja 2011'an de li taxa Xaçortê neçar bûn û hatin konteynerande. Şeş sale em li vir dijîn ya bi rastî navê wê jî ne jiyane. Malbatên ku debara wan baş piştî demekê de çûn avahiyên nû û yên mîna me neçar jî konteyneran de dijîn. Me çi xweşî li wan deran nedît û em li vir gelek xemgînin. Em jî mîna hemû kesan avahiyan de bi gel cinarên xwe bûn lê niha li çanda xwe welatiyên xwe dur ketine. Kes li derdorên me tuneye. Lê qala roja dayîkan tê kirin."
'Em jî dayikin kes guh nade dengê me'
Gulgerçîn anî ziman ku kes guh nade wan û wiha berdewam kir, "Roja dayika nêzîke, gelo em jî dayikin çima kes deng nade me. Em jî dixwazin avahiyan de jiyana xwe û zarokên xwe berdewam bikin. Dewletê tokî ne de me. Dibêjin ku ' Aboriya wan kêm e û em jî avahiyan nadin.' Ez dibêjim bila ji bo me pergalek bê rast kirin."
'Şeş sale min rojek xweş nedît'
Dayika 4 zarokan Nuriye Oral (42) jî qala zehmetiyê jiyanê kir û wiha pêde çû, "20 sale ez hatim Wanê û şeş sale ji ber neçarbûna xwe li vir dijîn. Min gelek zor û zehmetî kişand û dîsa jî dikişinim. Min li nav wan konteyneran de gelek zor û zehmetî kişand û nayê bir kirin. Zarokê min ê 8 salî li wî reya komteyneran wesayîtê birindar kir û jiyana xwe ji dest da. Şeş sale min çi xêr û xweşî li van deran nedît."
'Em bi wî xemgîniyê çi roja dayika bikin'
Nuriye da zanîn ku wateyê roja dayikan ligel wan nemaye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Zivistanên me jî gelek dijwar derbas dibin. Em jî dixwazin zarokên me mîna hemû kesa malên xwe de bijîn. Em di gel civaka xwe dûr ketin û xeribiya jiyana xwe ya berê dikim." Nuriye dawiyê de li ser roja dayika fikrên xwe anî ziman û got: "Rojek der xistine holê û dibêjin roja dayikan, ka roja dayikan? Em dayikin avahiyên me tuneye jiyana me tuneye û em ê çi rojê bikin. Daxwazî ya min ew e ku zarokên me malên xwe de bijîn."
(rc)