Dayîkên Colemêrgê: Diyariya me hebûna zarokên me ye

09:06

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Dayîkên Colemêrgê di derbarê roja dayîkan de axivîn û gotin: "Dayik diyariyan ji zarokên xwe digirin, lê em cenazê zarokên xwe digirin. Diyariya me dayikan hebûna zarokên me ye."

Bi nêzikbûna Roja Dayikan re Dayikên Aşitiyê ên Colemêrgê diyar kirin ku ewê roja dayikan pîroz nekin, ji ber ku li cihê diyariyan cenazên zarokên wan jêre tên, ew li ber morgan li benda girtina cenazê zarokên xwe ne. Dayika Aşitiyê Ayşe Kizilkaya ani zimên ku ew bi cihê diyariyên zarokên xwe cenazeyên wan digirin û wiha axivi; "Hûn ji dizanin ku roja Dayikan nêz bû, lê salên derbas bûyî me her tim ji zarokên xwe diyariyên herî xweşik digirtin. Em ji vê yekê keyfxweş û bextiyar bûn, lê niha cihê diyariyan cenazeyên wan ji bo me tên. Em dayikên dilşewatin çima zarokên me qetil dikin, qey ya ku ew dikin mirovahiye? Niha Cenazeyê zarokên me tên. Em dema diçin morgê cenazeyên zarokên xwe nas nakin. We li kîjan deverên cihanê ditiye îskence li cenazeyan bikin. Diyariya me dayikan hebûna zarokên me ye."

Dayika Aşitiyê Sidika Kaya jî got:"Ev rojên ku em dijin rojên heri zor û zehmet in. Zilm û zordariyek pir mezin niha li ser met ê kirin. Me jî dixwast zarokên me hatibina ji me re gotubûna 'Dayê roja te pîroz be' lê niha em cihê dengê zarokên xwe dengê tang û topan dibihizin. Cenazeyên zarokên me tên, xwina zarokên me diherike. Em pir xemgin in em baş dizanin ku rehma hikumeta AKP'ê û edaleta wê tune ye, qanûna wê ji tune ye. Zarokên me qetil dike avahiyên me xira dike bajarên me xira dike axa me dide ber topan, bêmafiyek mezin ser me dike. Em li ser axa xwe ne, çavên me li malê dewletê ine ew pirên ku Erdogan li Rojavayê Tirkiyê çê dike mesrafa hemu Kurdistanê ye. Li Kurdistanê jî polîtîkaya koçberiyê daye despêkirin. Em roja Dayikan pîroz nakin, ji ber ku niha cenazeyên zarokên me di morgan de tên girtin, em zarokên xwe nas nakin."

(zt)