'Bila demîldest dayika Sîsê serbest bê berdan'
09:07
Nîşmiye Guler-Gulfîdan Ataman/JINHA
MÛŞ - Xizmê dayîka Sîsê Bîngola ku li gundê Badana navçeya Gimgima Muşê di encama operasyona leşkerî de hate binçavkirin û bi hinceta "Endama rêxistinê ye" hate girtin, daxwaz kirin ku bila demîldest Sîsê serbest bê berdan.
Li gundê Badana navçeya Gimgima Mûşê leşkeran di 6'ê Nîsanê de operasyona pêk anîn. Di operasyonê de leşker di ser malên gunde girtin û jina bi navê Sîsê Bîngola 74 salî xistîn binçavan û bi hinceta "Endama rêxistinê ye û alîkariya rêxistinê kiriyê" hate girtin. Sîsê ev mehek e ligel temenê xwe ya mezin di Girtîgeha Tîpa M'ê ya Mûşê de dibin şert û mercên girtan de tê girtin. Dayika Sîsê ji ber temenê xwe rewşa wê ya tendûristiyê her ku diçê zêde dibe. Dayika Sîsê ji ber êşa çokên xwe nikare bimeşe û ji ber guhên wê diêşe û nabihîse nikare bi malbata xwe re hevditina haftane bike.
Zor û zehmetiyên dayika Sîsê dikişine bûk û xizmên wê di derbara rewşa wê de axivîn. Xizma dayîka Sîsê Cemîle Bingol diyar kir ku dema Sîsê nehate girtin bijîşîk jê re goti bû ku di pişka wê de pirgirêk heye û divê emelyat bibe. Cemîle anî ziman ku ji ber dayîka Sîsê hate girtin û di girtîgehê de tê girtin nikarin wê emelyat bikin û nexweşiyê wê zêde bûne.
'Sîsê jinek bi hêz û têkoşer bû'
Cemîla da zanin ku Sîsê bi salan bi tena serê xwe dijiya û jinek bi hêz û têkoşer bû ye. Cemîle derbarê jiyana dayîka Sîsê de wiha axivî: "Berî çend sal gelek pezên Sîsê hebû û bi tena serê xwe li hemû çol û çiyayên gund şîvantiyê dikir. Piştî ku nexweş ket dev ji her tiştî berda. Temenê Sîsê çûbû 74'an ji dest û piyan ketîbû. Eger alikariya kesek din tunebûya nikaribû li ser piyên xwe bisekîniya. Gelo kesêk wiha dê çawa bibe endama rêxistinê û di girtîgehan de tê girtin. Divê Sîsê demîldest serbest bê berdan."
'Divê Sîsê ne digirtigehê de bûya'
Bûka Sîsê Suryan Bîngol jî got ku xwesûya wê bêsedem di girtîgehê de tê girtin û xwest demîldest xwesûya wê bê berdan. Suryan Roja Dayîkan a Cihanê jî bibîr xist û wiha ev tişt got: "Ev cara yekem e ku dayika me ne li cem me ye. Em her sal Roja Dayîkan pîroz dikin. Lê îsal dayîka me ne li cem me ye û em roja wê nikarin pîroz bikin. Ji ber vê yekê jî em gelek xemgin in.
Cirana dayîka Sîsê Fatoş Bîngol jî ev tişt anî ziman: "Dayîka Sîsê jinek gelek baş û çeleng bû. Tu carî xirapiyek wê ne gihayê tu kesî. Rojên baş û nebaş her tim li cem me bû û xwe digihand hewara mirovan. Ne raste ku miroveke ku temenê wê ew qas mezin di girtîgehe de bê girtin. Divê dayika Sîsê bê berdan û bê nav zarok û neviyên xwe."
(ho/rc)