Ji Plaza Del Mayo, heta Dayikên Aştiyê lêgerîna jinan!
09:46
Habîbe Eren/JINHA
ENQERE- Li cîhanê jinan di têkoşîna azadiyê de di eniya herî pêş de cih girt. Li Tirkiyeyê jî Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî têkoşîna edeletê ya zarokên xwe yên ku ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin didin. Tevî ku dewlet dixwaza têkoşîna wan qels bike, dayikan şûnde gav navêt. Li Arjantînê jî dayikên Plaza De Mayo, wek dayikên Şemiyê û dayikên aştiyê bi qadan terk nakin.
Pergala kapîtalîst ‘roja dayikan’ bi rojekê sînor kiriye û ligel têkoşîn û hewldanan jinan tenê wekê ku rojekê tê pîrozkirin dibînin. Dema mirov li dîroka Tirkiyeyê ya ku bi komkujiyan hatiye nivîsin dinêrin, jinan bi înat beyî serî bitewînin têkoşîn meşandin. Dayikên Aştiyê bi salan aştî ‘qêr’ kirin û Dayikên Şemiyê jî li hestiyên zarokên xwe yên bûn qurbanê kuştinên kiryarnediyar, geriyan.
Dayikên aştiyê: Em dixwazin destê hatiye dirêjkirin bê girtin!
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê di 1996’an de ji aliyê 15 dayikên kurd ku zarokên xwe di şer de winda kiribûn, bi armanca ku daxwazên aştî û azadiyê bînin ziman, hat avakirin. Armanca wan ya sereke ev bû ku li dijî şerê li Tirkiyeyê ku bû sedema bi dehezaran mirovan têbikoşin. Di metnên bangê de jî ji bo dayikên zarokên xwe winda kirine, wiha bang tê kirin: “Em destê xwe dirêjî hemû dayikan dikin. Ji bo ku ji êşên me kişandine, jiyan jîn bibe, em dixwazin ku ev destê me yê ku me dirêj kiriye bê girtin, demildest aştî pêk bê.”
Bi melhefên xwe yên sipî bi salane têdikoşin!
Di nav evqas sal de ligel çalakiyên ku pêkanîn, ji hikûmet, partiyên sivîl, fermandariya giştî daxwaza hevdîtinê kir. Ji 1999’an heta niha bi melhefên xwe yên sipî têkoşîna xwe dimeşînin. Tevî zilm û bedela ku dan, bi salan bangî dayikên leşkeran kirin.
Di van rojên ku şer bi dijwariyek mezin tê jiyîn, dayikên aştiyê ji bo sekinandina şer, rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û muzakereyê hewl didin dengê xwe bidin bisîtin.Dayikên zarokên xwe windakiri beyî êşa zarokên xwe bijîn zilma dewletê nas kirin. Dayikên hatin binçavkirin, hatin girtin û îşkence dîtin tevî hemû pêkanînan şûnde gav navêtin.
Dayikên Şemiyê bi salan e li xizmên xwe digerin
Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha her rojên şemiyê li qada Galasarayê çalakiyên runiştinê pêk tînin û aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Dayikên şemiyê di 13’ê Adara 1999’an de bi êrişa polîsan re navber dan çalakiya runiştinê û di 31’ê Çileyê 2009’an de dîsa hatin cem hev. Dayikên Şemiyê hefteya xwe ya 500’ê ji zûde li pey xwe hiştiye û daxwaza dike ku dewlet aqûbeta windayên wan yên di arşîvan de aşkera bikin û ev bikevin çarçoveya sûc. Her wiha daxwaz dike ku Tirkiye Peymana Windayên di Binçavan a Neteweyên Yekbûyî îmze bike. Li Arjantînê jî dayik ji bo hesabê zarokên xwe bipirsin li qada Plaza Del Mayo tên cem hev.
Dayika Berfo ji jiyana xwe ya 105 salî, 33 li kurê xwe Cemîl geriya
Ji dayikên şemiyê Dayika Berfo bi salan li kurê xwe Cemîl geriya. Berfo Kirbayir ya 105 salî ji bo xwe bigîne kurê xwe yê ku di darbeya leşkerî ya 1980’ê de hat windakirin, 33 salan têkoşîn da. Tenê daxwaza wê ev bû ku xwe bigihîne hestiyên kurê xwe. Bi înat rojek li Stenbol, rojek li Enqereyê bû. 27 salan bi hêviya ku kurê xwe sax bibîne derbas kir. Xaniyê xwe ne tamîr kir û ne jî boyax kir. Digot ger Cemîl bê bila mala me nas bike. Dema ji malê derdiket jî deriyê xwe qet nedigirt. Digot Cemîl were bila li der nemîne.
Dayikên Plaza Del Mayo
Li dijî rejîma Pînochet jinan têkoşîn meşandin û daxwazên wan yên siyasî û demokratîk hebû. Ti kesî li dijî vê rejîmê cesaret nedikir. Lê dayikên windayan nîşan da. Vê cesareta mezin li Arjantînê dayikbûn siyasî kir. Rejîmê bi awayekî tund xwest çalakiyan bi çewisîne. Lê dayikên Plaze De Maya nehatin bêdengkirin. Berxwedana wan hîna li dijî dîktatoriyê didome.
(hu)