'Bandora hêza manevî rewşa tecrîtê derbas dike'

09:56

Oykû Dîlara Keskîn/JINHA

STENBOL - Parêzer Ebrû Gûnay têkîldara tecrîta li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çûyîna CPT'î yê Îmraliyê wiha got, "17 sal pêvajoyek tecrît pêk hat û di encamê de ti guhertin çênebû. Mirov bi sempatiyek mezin nêzdibin û pirtûkên wî dixwînin. Di warê fîîlî de tecrît heye lê bandora hêza manevî rewşa tecrîtê derbas dike."

Ligel ku tecrîta şidandî hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike, pêk anînên ku li Grava Îmraliyê tê pêk anîn bandora xwe li girtîgehên din jî dike. Girtiyên ku ji greva Îmraliyê sûrgûnê Girtîgeha Sîlîvrî hatine kirin, li hember wan jî tecrîdek şidandî tê pêk anîn. Herî dawî piştî ku CPT'î çû Greva Îmraliyê, têkîldarê rewşa wir herkes bi baldarî li bendê daxuyaniyekin. Jinan diyar kirin ku divê heyet û parêzerên Abdullah Ocalan jî biçin grevê û hevdîtin pêk bînin.

'Divê CPT'î gelek hevdîtin pêk bîne'

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gûnay diyar kir ku çûyîna CPT'yê gelek dereng maye. Ebru da zanîn ku dem bi dem CPT'î hevdîtin ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tîne û got lê belê li hember tecrîta girankirî bêdeng mayîn wan dixe nava fikaran û wiha pêde çû, "Ligel her pêk anînê ev hevdîtinek girîng bû. CPT'î di şert û mercên grevê de gelek diyarder dibe." Ebru da zanîn ku daxuyandina rapora CPT'î bi erêkirina dewleta Tirkiyê ve girêdaye û got divê CPT'î gelek hevdîtin pêk bîne."

'Divê heyetek ser bi xwe bê avakirin'

Ebru destnîşan kir ku hevdîtina CPT'î tenê di warê polîtîk de têr nake û wiha berdewam kir, "Birêz Ocalan wek aktorek girînge ji bo Kurdan. Ji bo pêvajoyek aktîf bê dest pê kirin heyet divê hîn zêdetir hevdîtin pêk bîlne. Divê heyetek serbixwe biçe Îmraliyê. Hikûmet destûr nade. Em bi hêvîne ku riyê çareseriyê bên vekirin." Ebru da zanîn ku Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên ku ji Greva Îmraliyê sûrgûnê Silivriye kirine li hember wan pêk anînên giran dikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Tecrîta li Îmraliyê li Sîlivriye yê jî berdewam dike. Binpêkirina maf heye li holê. Li Îmraliyê tecrîd, li bajaran qedexe û binpêkirina mafê jiyanê pêk tê."

'Heya ku sîstema Îmraliyê ji holê ranebe tecrît jî ranebe'

Ebru bilêvkir ku tecrît li Greva Îmraliyê bê navber dewam dike û wiha domkir, "Bi çûyîna Îmraliyê tecrît ji holê ranabe. Heya ku sîstema Îmraliyê ji holê ranebe tecrît jî ranebe. 17 sal pêvajoyek tecrît pêk hat û di encamê de ti guhertin çênebû. Mirov bi sempatiyek mezin nêzdibin û pirtûkên wî dixwînin. Di warê fîîlî de tecrît heye lê bandora hêza manevî rewşa tecrîtê derbas dike."

(rc)