Yekane daxwaza dayikan bidawîbûna şer e

10:31

JINHA

WAN – Li ser xaka Kurdistanên ku êş û rondik kêm nabin, rojek din ya dayikan nêz dibe. Dayik diyar dikin ku li ser xaka Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer yên dewletê ev 40 salin zarokên xwe dikin bin xakê û got daxwaza wan cîhanek bê şer e.

Dayikên ku hîmê sereke yên nirxên civakê ava dikin, li her qadên jiyanê helwesta xwe ya li hember xweşikahî, rastî û aştiyê nîşan didin. Li Cîhan û Tirkiyeyê Roja Dayikan bi coşek mezin tê pîrozkirin. Hikûmeta AKP’ê bi şerê ku li Kurdistanê dimeşîne, dîsa mirin li dayikên Kurd rewa dibîne. Beyaz Uca Roja Dayikan nirxand û got: “Roja dayikan tê, lê gelek dayik ligel me tine ne. Ji ber ku li Surê mirin, li Cizîrê mirin, li Geverê dayik mirin, li Sîlopiyê cenazeyê dayika Taybet 7 rojan li kolanê ma.” Beyaz got dewleta Tirk zilm û êşê li dayikên Kurd rewa dibîne û got: “Ji ber em Kurdin Erdogan me dikuje. Di nav evqas mirin de em çawa roja Dayikan pîroz bikin.

‘Remziye Bor dayikek bû’

Gonul Ozdemîr jî têkildarî Remziye Bor 8 mehî ducanî bû û li taxa Xaçorta Wanê ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin wiha got: “Ez jî li Xaçortê rudinim.Mehek berê li Remziye Bor xistin. Hina li nexweşxaneyê ye. Têkoşîna jiyanê dide. Ew jî dayikeke. Wisa hêsane, biçir li wir roja dayika wê pîroz bikin. Di demên dawî de ji ber zextên polîsan huzur nemaye. Polîs bi şev li taxan digerin. Ji me çi dixwazin. Di roja dayikan de jî zarokên me dikujin. Li dayikên me dixin. Dayikek ku zarokê wê ne ligel wê be wê çawa roja dayikan pîroz bike.”

‘Ez rêya zarokê xwe dipêm’

Medîne Işik jî got kurekî wê li PKK’ê ye û kurê wê yê din jî di encama teqîna bombeyekê ku di bûyeran de teqyaye tiliyên xwe winda kiriye û got: “Ez dayika gerîla me. Kurekî min di teqîna bombeyê de tiliyên xwe winda kir. Li Kurdistanê hemû dayik bi hesretek mezin li bendê zarokên xwe ne. Ji bo min Roja Dayikan ev ku zarokên min ligel min bin, destê min bigirin.”

‘Em şer naxwazin’

Feleknas Tîmur jî got ew wek dayikekî şer naxwaze û got: “Ez dixwazin roja Dayikan bê pevçûn derbas be. Me di vê rojê de jî şehîd defin kirin. Em li ser xaka xwe şer naxwazin. Bila ne dayikên leşkeran, ne jî dayikên gerîlayan bigirîn. Em ji bo her ciwanê ku jiyana xwe ji dest dide xemgîn dibin.gelê Kurd hîna zarokên xwe dide xakê. Bi sedan ciwanên me mirin. Bi sedan ciwanên me hîna cenazeyê wan tine.”

Wek dayikekî qet dilê te naşewite?

Feleknas bang li hevsera serokkomar Tayyîp Erdogan, Emîne Erdogan kir û got: “Ew jî dayikeke, li ser xaka me zarokên me tên kuştin. Zarokên wê li derveyê welat perwerda dibînin. Gelo wek dayikekî qet dilê wê naşewite.”

‘Cenaze dipên ku ji aliyê dayikan ve bên tespîtkirin’

Meryem Tuncer jî da zanîn ku li Geverê di pevçûnên ku 55 rojin berdewam dikin de gelek cenaze hene û hina ji aliyê malbatan ve nehatine tespîtkirin. Meryem diyar kir ku ew dayikin, nijada dayikê tine, ji bo her zarokekî dilê me dişewite.

(hu)