YCR li Hesekê navenda xwe vekir
10:40
JINHA
HESEKÊ -Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li navçeya Kelasê ya Hesekê navendek bi navê 'Şehîd Egîd' ji bo perwerdekirina ciwanan vekir.
Navenda YCR ya li taxa Kelasê bi tevlîbûna hejmareke ciwanan, gelê navçeyê bi merasîmekê pêk hat. Ev navend bi navê Şehîd Egîd (navê rêxistinî Baz Hesekê ku di dîroka 25'ê Kanûna sala 2015'an li berxwedana Çiyayê Kizwana jiyana xwe ji dest daye), hate binavkirin. Di vekirina navendê de deqîqeyeke rêz hate girtin, paşê ji hêla Dayîka Baz Hesekê ve kurdeleya sor hate birîn. Vekirina navendê li ciwanên Rojava hate pîrozkirin. Bi ser navê YCR'ê Demhat Kobanê axivî û da zanîn ku "Ciwan di civakê de hebûna herî aktîf û enerjîk e. Lewma civak bêyî ciwana nabe. Divê ciwan bihêz be ji bo ku tu hêz nikaribe vîna wê bişkêne û pêwîste ji civakê re bibe pêşeng."
Bi ser navê Kongreya Star Neda Silêman vekirina navenda nû li ciwanan pîroz kir û got, "Divê ciwan xwe ji modernîteya kapîtalîst û şerê taybet rizgar bikin û nirxên birûmet esas bigrin. Li ser vê bingehê jî ev navend rol bileyîze." Bavê Baz Hesekê, Mûsa Yûsif jî serbilindî û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Di dawiya merasîma vekirina navendê de govend hate gerandin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Berxwedan jiyane" hat berz kirin.
(cc/rc)