Ji xwendekaran re rutialê dua ji bo JOH û POH!

11:13

JINHA

STENBOL - Li Dibistana Peyamî Sefa ya li Bagcilarê, mamoste ji bo JOH û POH'ên ku li Kurdistanê ne dua bi xwendekaran didin xwendin.

Di ecnama polîtîkayê qirkirinê, talanê ya ku dewletê li Kurdistanê pêk aniye, ligel ku 'JOH û POH li Kurdistanê dibistan veguherandin bargehê şer' vê carê li dibistana Peyamî Sefa ya Bagcilara Stenbolê mamoste bi zarokan dua ji bo JOH û POH'ên li Kurdistanê didin xwendin. Malbatên xwendekaran bertek nîşanî vê bûyerê dan û diyar kirin ku zarokên wan tên hedef girtin û ji vê bûyerê aciz dibin. Gerîndere dibistanê bûyer erê kir û got ku xwendekar bi 'dilê xwe' dua dikin.

'Ji bo JOH amîn'

Ji weliya M.A diyar kir ku gava birayê wî tê malê ji 'dua' behs dike ew bi hêrsdibin û wiha qala bûyerê kir, "Ji bo tiştên ku li heremê tê jiyan kirin mamoste di polê de ji xwendekaran re dibêje bêjin 'amîn.' Ji ber ku birayê min ditirse tiştek bi mera nabêje. Me jî di dema dibistana seretayî de li hember van bûyera rû bi rû diman. Van tiştên ku mamoste bi zarokan dike ez rast nabînim."

(dt/rc)