Sûrgûnî, yên hatin şewitandin, jin , berxwedan…Dêrsîm, Cizîr

11:56

Dîlan Karamanoglu-Aysel Işik/JINHA

DÊRSÎM- Dayikên zarokên xwe di bodroma hovitiyê ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin Dêrsîmê û êşa dayikên ku bûn şahidê komkujiya Dêrsîmê parvekirin. Dayikên her du herêman êşên xwe bi zimanên xwe parvekirin, lorandin. Dayikan got komkujiya Dêrsîmê li Cizîrê hat jiyîn.

Dîrok 1937-38 Dêrsîm. Surgun, bendenên hatine şewitandin, yên hatine gulebarankirin, zarok, pitik, yê hîna nehatine dinê, dayik û extiyar…her zindî û xanî û gundên hatine şewitandin..
Dîrok 2015-16 Sîlopî, Cizîr û Sûr… bedenên hatine şewitandin, parçekirin, bebeka bi navê Mîray, dayika Taybet ya cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma, zarokên di zikê dayika xwe de, extiyarên diçûn nan digirtin, bordom, hovîtî û xwîn..

Li Dêrsîmê 78 sal şûnde hestiyê yadê 24 kesan hatin dîtin. 11 heb hatin tespîtkirin. 7 heb aydê zarokan bûn. Hatin definkirin. Li Surê di nav xerabeyan de cenaze hatin derxistin. Malbat li DNA’yan dinêrin, lê hîna xwe negîhandine cenazeyên zarokên xwe. Çemê Dêrsîmê xwînê diherikî, çemê Dîcleyê cenazeyan dişo…

‘Qirkirin ne tesadufiye’

Endama Lijneya Rêveberiya Komeleyên Elewî ya Demokratîk a Dêrsîmê (DAD) dayika Menşure Dogan got: “komujî û qirkirinên li Kurdistanê ne tesadure. Dem çi dibe bila bibe zilm zilm e. Her nifş qirkirina dewletê dibîne. Ev qirkirin ne tesadufîne. Rewşek dermirovahiyê ye. Hestiyên qurbaniyên Dêrsîmê hîna nehatine dîtin. Ev rewşek gelek zor e. Hestiyên 24 kesî hatin dîtin, piştî salan şûnde heman êş dîsa tê jiyîn.

‘Dayika Berfo hat hişê min’

Dayika Menşure bi lêv kir ku dema hestî hatine dîtin dayika Berfo hatiye hişê û got daxwaza dayikekê ya dawî neanîn cih û got êşa dayikan dişibe hev û got ger wan hesabê berê bipirsyana wê îro komku nehatibana jiyîn.

‘Bi sekna xwe hêvî dan Dêrsîmê’

Menşure wiha berdewam kir: “Dayikên Cizîrê bi sekna xwe hêvî dan gelê Dêrsîmê. Dewlet tenê li beden îşkenceyê nake, fikr û ramanê jî dike. Ez dinêrim berxwedana malbatan, îradeya wan gelek xurte.”

‘Zarokê zikê dayikê şandin surgunê’

Menşure axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em bikevin zorê jî em dest ji berxwedana xwe bernadin. Carna ji destê me tiştek nayê em xwe li manewiyatê dipêçin. Hêviya me her tim heye. Di komkujiya 38’an de zarokê zikê dayika xwe hat surgunkirin. Niha jî heman zihniyet didome.”

‘Ez dayika du şehîda me, aştiyê dixwazim’

Dayka hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ku di bodrumê de hat qetilkirin, Esmer Tunç jî wiha got: “Ez komkujiya Dêrsîmê şermezar dikim. Ez ji bo parvekirina êşa van mirovan hatime. Ji ber ku komkujiyeke wek ya Dêrsîmê li Cizîrê hat jiyîn. 79 rojan tank û topên dewletê xanî hilweşandin. Bi sedan zarokên me hatin qetilkirin. Me hemûyan heman êş kişand. Ez dayika du şehîda me. Bese bila êdî dayik vê êşê nekişînin. Ez hemû komkujiyên dewletê lanet dikim.

Dayika endamê DBP PM Mehmet Yavuzel, Hanim Yavuzel jî axivî û got: “Em bo komkujiya Dêrsîmê hatin. Em ji bo kewandina birînan hatin. Lê hîna birînên me xwîn jê diherike. Tevî vê em aştiyê dixwazin. Ev xak ya me ye. Yên komkujiya Dêrsîm û Cizîrê pêk anîn heman kesin. Mafê me bidin em em êdî rehet bikin.”

Dayika Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, Melîha Aktaş jî got dîrok guherîn lê zîhniyet hemane, tevî ku dîrok diguhere êşên me dişibin hev.

(hu)