Ketina Terana qedexeye!

11:57

JINHA

GURGUM - Welatiyên ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Teran a li hemberî pêkanîna kampê, ji hêla cendermeyan ve tên astengkirin. Cendermeyên dora herem dorpêç kirin, nahêlin tu kes derbas bibe.

Welatiyên ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Terana Dûlkadîroglûya Gurgumê ya li hemberî pêkanîna kampê, ji hêla cendermeyan ve tên astengkirin. Hevgirên HDK'ê, Parlamentera Sêrtê ya HDP'ê Besîme Konca, Endama Meclîsê ya HDP'ê Pinar Aydinlar û bi dehan saziyên elewî yên ji bo piştgiryê hatin, dê têketina Teranê de tên rawestandin. Li ser vê gelek welatî ji wesayîtên xwe peya bûn û ber bi Teranê ve meşiyan.

Her deverên Teranê ji hêla cendirmeyan ve hatiye dorpêçkirin û nahêlin tu kes derbasî herêmê bibe.

Her wiha platforma ku hatibû avakirin jî duh êvarî bi talîmata walîtiyê hat rakirin.

(rc)