Ezmûnên Peymangeha Şehîd Jiyan dest pê kir
12:15
JINHA
TIL TEMIR- Îro 48 xwendevanên Peymangeha Şehîd Jiyan bi kelecanek mezin berê xwe dan peymangehê û dest bi ezmûnên dawiya salê kirin.
Bi dawîkirina sala xwendinê, li Peymangeha Şehîd Jiyan îro 48 xwenedekar dest bi ezmûnên xwe kirin. Ezmûna yekem zimanê Kurdî bû. Ezmûn di saet 08:30'an de dest pê kir. Her ezmûnek dê 3'ê saetan dewam bike û wê 8 rojan ezmûn li ser branşên: Bîrkarî, Ziman, Civak û Jiyan, Dîrok, Felsefe, zimanê Ingilîsî , Kampiyoter û Wêje were dayîn.
Rêvebera Peymangeha Şehîd Jiyan Ayhan Yûnis got, "Yên di ezmûnan de biser bikevin, wê derbasî perwerdeya havînê bibin û bi mamosteyan re perwerdeyeke hevbeş bibînin. Yên ku bi sernekevin, wê dewreyek din bê vekirin û xwendevan dikare li wir dubare bixwîne. Yanî weke şensekê din bidin xwendevanan". Ayhan di dawîyê de serkeftin ji xwendevanan re xwest.
(sş-rh/hs/rc)