'Bi qedexekirinê dixwazin Sûrê bi me bidin bîrkirin'

14:09

JINHA

AMED - Li Sûrê piştî ku bi heyvan êrîş pêk hat ligel daxuyaniya "operasyon qediya" jî hîna destûr nedana kes têkevinê bertekên niştecihên Sûrê zêde dike. Nişteciha Sûrê Fatma Çevîk got, "Bi qedexekirinê re dixwazin Sûrê bi me bidin bîrkirin. Roja ku qedexe rabe ez ê cardin herim Sûrê û li cihê xaniyê min yê ku hatî xirakirin, kon vedim û li wir bijîm."

Li navçeya Sûra Amedê 5 heyve "qedexeya derketina kolanan" berdewam dike. Di heyva Adarê de Wezareta Karê Hûndir bi daxuyaniyekê diyar kir ku "operasyon bi dawî bûye", lê ligel vê yekê qedexe berdewam dike. Li aliyê din xwelî û xurde hîna ji Sûrê derdixin û davêjin ber ava Çemê Dîcleyê. Gel li hember pêkanînên ser Sûrê bertekên xwe tînin ziman û wiha dibêjin, "Hem hilweşandin, hem jî destûr nadin em malên xwe bibînin." Fatma Çevîk (60) ji taxa Fatîhpaşayê ku qedexe lê derketiye li semta Şehîtlika Sûrê bi cîh bûye hestên xwe di derbarê Sûrê de vegot.

'Bi qedexeyan re dixwazin gel ji hev qût bikin'

Fatma diyar kir ku berî şerê bi destê dewletê pêkhatî ew li taxa xwe bi keyf bûn û wiha dom kir: "Hertim deriyê me vekirî bûn û em bi cîranên xwe re di nava kolanê de li hev kom dibûn. Rojên me li wir zehf xweş bûn. Hemu rojên me wek dawetê derbas dibûn. Lê li vir tukes nîne, ne ciranek ne jî tukes te gel me. Li Sura ku tiştekî têde tunebû tê çû ji cirana dixwest. Lê niha ne wilo ye." Fatma balkişand ser helwesta dewletê ya dixwazê bi qatlîam û qedexeyan gele Surê ji hev durxe. Fatma got ku dewlet dixwazê girêdana gel qutke û gel ji hev biyanî bike.

Fata diyar kir ku dewletê bi xirakirina û bi şer gele Surê ji hev durxist û wiha pêde çu: "Wijdana min li hember mirohiyê hebû. Ji ber ku dewletê ev fêmkir şer derxist. Li devera herî dewlemen mal bidin min, ez na guherim cihê xwe yê Surê. Ciwantiya min li Surê derbas bû û porê min li wir sipî bû."

Fatma bilêv kir ku ji bo wehşeta li Surê hat jiyandin ew neçar maye derketiye û got: "Ne ku em ji tirsa ji Surê derketin, em ji bo zarokên xwe derketin. Gava min zarokên xwe derxistin min xwest, ez carekdin herim Surê, lê desturnebû. Gava em li Surê ji ber dengê topan min ji neçarî pambû dixist guhê zarokên xwe."

'Yek herê Surê ez ya duyemînim'

Fatma da zanîn ku ew 40 sale li wê taxê dijî û wiha axaftina xwe dawî kir: "40 sal çiye, emreke. Keça min heye niha hişê xwe winda kiriye, êdî Surê nabîne. Eger li wir mala min nebe jî ezê li ser erdê razim û rabim. Sur derbasbûna jiyana mine. Niha devera ku ez lê dimînim wek girtîgihê ye ji ber wê ez nikarim bêhin bigrim. Ez rojek newim Surê nebim, roja dî teqez têm. Niha yek biçe Surê ya diduyan ezim."

(dt/zt)