Ji Şaredariya Payîzavayê xizmetên civakî
16:54
JINHA
WAN - Ji aliyê Şaredariya Payîzava ve bi peşêngiya jinan pirtukxane, ocaxa tenduristiyê, firinên nan pijandinê û parq hatin vekirin.
Ji aliyê Şaredariya Payizava ya Wanê pirtûkxane, ocaxa tenduristiyê, firinên nan pijandinê û parq hatin vekirin. Di vekirinên giştî de hevşaredarên Payîzava, Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, Wekîlê Hevşaradera Artemêtan Nurhayat Çelîk, rêveberên navçeyê yên HDP û DBP'ê jî di navê de gelek welatî amadebûn. Hevşaredariya Payizava yê Yildiz Çetîn diyar kir ku rapora faliyetên wan ên sala 2015 bi gel re parkirin. Yildiz bilêv kir ku di destpêka xebatan de wan rêveberî avakiriye û xwe bi xwe birêve birene.
Yildiz di derbarê xebatên bi peşêngiya jinan de pêşketine jî agahî da û diyar kir ku dê jin û zarok ji van ocaxên tendurisyê û pirtukxane karibin sudê bigirin û zarok dikarin zimanê dayîkê li van pirtukxaneyan fêrbibin. Yildiz destnîşan kir ku tenduristî di jiyana mirovan de girînge û dê gel bi vekirina ocaxên tenduristiyê yên bi zimanê dayîkê re sudê bigirin.
(dt/zt)