Jinên Colemêrgê li ser cunî û destaran kom dibin
09:20
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê li ser cunî û destaran kom dibin, bi hev re ji genimê di cunî de dikutin xwarinên herî bitam çêdikin.
Li Kurdistanê jin bi kevneşopiyan Destar û Cûnî bi keda destên xwe xwirinên herî bitam çê dikin. Li ser cunî jin kom alikariya hev dikin. Jina bi navê Adile Kanat diyar kir ku her çiqas ji gundên xwe hatibin koçber kirin jî ewê çanda xwe her tim bidin jiyan kirin û wiha axivi; "Em destpêkê genimê xwe dişon, dixin cûnî û dikutin heya livên ceh yên di navê de şîn dibe. Dema ku livên ceh di navê de şîn bû tê wateya ku genim baş hatiye kutan. Di nav xwarinên wekî dewîn, şurb, keledoş, selata genim û gelek xwarinên cûr bi cûr de bikar dînin."
Adîle anî ziman ku çanda destar û cûnî her diçe kêm dibe û wiha domand; "Ez hînî jiyana bajara nebûme û nabim jî. Em ji ser gundên me koçber kirin anîn bajaran, jiyana me li gundan pir bi tam bû. Li bajaran herkes hînî hêsani yê bû ye, her tiştek bû ye pere jiyana mirov bi pere ye. Li gundan me her tim bi çanda xwe kevneşopiyên xwe debara xwe dikir. Niha ji em jin li ser cûnî û destaran kom dibin û bi hev re kar dikin."
(zt)