'Mala Jinan navnîşana çareseriyê ye'
09:22
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Li Efrînê bi pêşengiya Mala Jinan xebatên piştevaniyê didome. Cihên kar û pêdiviyên jinan tê bicih anîn. Jinên ji Helebê koçber bûne bi alîkariya Mala Jinê fêrî xwendinê û dirûnê bûne û dibêjin ku "Mala Jinê navnîşana çareseriyê ye."
Mala Jinan ku li tevahiya Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Kongreya Star ve hatiye rêxisitin kirin, xebatên aktîf nava civakê de pêk tîne. Li Kantona Efrînê Mala Jin ligel mijûlbûn bi pirsgirêkên jinan re projeyên çareseriyê yên madî û menewî jî pêş dixîne. Jin bi piştgiriya navenda Mala Jinê perwerde dibînin, fêrî kar û pîşeyan jî dibin. Bi taybet jinên ku ji ber şerên li herêmê koçebr dibin pêwîstiya wan ya lezgîn pêşwazî dikin. Jinên ku cihê xwe di dirûngehê de digrin diyar kirin ku Mala Jinê navnîşana çareseriyê ye û gotin ew dibin xwedî pîşe.
'Mala Jinê alîkariya madî û menewî da'
Jina bi navê Yasemîn Oso ji taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê koçberê Efrînê bûye. Yasemîn diyar kir ku piştî ew ji Şêx Meqsûd berê xwe dane Efrînê Mala Jinê piştigrî dane wan û wiha got, "Piştî şerê li Şêx Meqsûd min û her 4 zarokên xwe berê xwe da Efrînê. Min serdana Mala Jinê kir û ev çar mehe Mala Jinê hemû pêdiviyên min û zarokên min pêk tîne. Di warê madî û psîkolojîk de alîkarî didin. Her wiha zarokên min jî perwerde dibînin." Yasemîn di atolyeya dirûnê de kar dike û wiha got, "Ez li vir fêrî karê dirûnê bûm, êdî ez dikarim bi keda destên xwe zarokên xwe xwedî bikim. Di demeke kin de ez baş fêrî dirûn bûm û niha ez jinên li vir jî ji bo dirûnê perwerde dikim."
'Ez bi fêrbûna nivîsandinê bextewer im'
Letîfe Silêman jî ji ber şerê li Helebê berê xwe dide Kantona Efrînê, bi salane ku li Mala Jinê dimîne wiha dibêje, "Min êşên giran dîtin, paşê min berê xwe da Mala Jinê û ev mal ji bo min bû cihê hêvî û çareseriyê. Li gor nêrîna min jiyan li vir jinûve dest pê dike. Ez fêrî zimanê Kurdî bûm. Ev yek min gelek bextewer dike. Di kêleka fêrbûna ziman, ez perwerdeyên birdozî jî dibînim."
'Jin elaqe nîşanî Mala Jinê didin'
Ezîme Efrîn jî ku di şer de hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide û koçberê Efrînê dibe wiha got, "Ez di kargeha dirûnê de dixebitim. Mala Jinê bi taybet ji bo çareserî û perwerdeya jinan hatiye avakirin. Di heman demê de jinên ku cihên wan nînin û pêdiviya wan bi alîkariyê heye xwedî dike. Ji wan re cihê ku lê bimînin û cihên ku lê kar bikin peyda dike. Jin elaqe nîşanî vir didin."
(cc/rc)