'Jin bi vîna xwe dikare bighêje xeyalên xwe'

09:24

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Keça Ereb Zehra Elî ji ber heskirina xwe yê li hember zimanê Kurdî dev ji zanîngeha rejîmê berdide û di peymangeha ziman de xeyala xwe pêk tîne.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku wek şoreşa gelan pênase dibe, di warê jiyana hevbeş de hêvî û rêyeke nû di Rojhilata Navîn de pêş dixîne. Her gel bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibîne û çanda xwe pêş dixîne. Di heman demê de her welatiyek fêrî zimanê din ê li herêmê jî dikare bibe. Gelê Kurd yekemîn care îmkanê pêşxistin û fêrbûna zimanê xwe dîtiye. Elqaeya ji bo zimanê Kurdî ne tenê di nav Kurdan de, di nav gelên din jî pêş dikeve. Jina Ereb Zehra Elî mînakek ji vê ye. Zehra ya 24 salî li taxa Ezîziyê ya Hesekê dijî, ji ber meraqa xwe yê zêde li hember zimanê Kurdî, dev ji zanîngehê berdide û ji bo hînê zimanê Kurdî bibe berê xwe dide Peymangeha ziman.

Zehra dibêje, "Ez ji çand û zimanên Kurdan pir hez dikim. Min pir dixwest ez fêrî vî zimanî bibim. Jixwe tu ferq di navbera gelê Ereb û Kurd de tune ye." Zehra Elî ji bo ku fêrî Kurdî bibe bêyî ku bavê wê qebûl bike, dest ji zanîngehê berdide û niha bi israra xwe têdikoşe ku xeyala xwe pêk bîne. Zehra li kêleka fêrbûna ziman, di pêvajoya dewreyê de bêtir kevneşopî, dîrok û pêşketina Kurdan jî dinase û girêdana wê xurtir dibe. Zehra wiha got, "Min hin zehmetî kişand heya ez hinekê fêrî ziman bûm. Lê israra min jî pir heye ku ez bikaribim bigihêjim armanca xwe."

Zehra 3'ê mehe ku di Saziya Zimanê Kurdî de dixwîne û niha hem fêrî dîrok hem jî bi awayeke baş jî xwendin û nivîsandinê bûye. Mamosteyên Zehra Elî jî ji vê jêhatîbûna wê matmayî dimînin û dixwazin ku Zehra serkefîtir bibe. Zehra Elî di dawiyê de jî diyar kir ku "Bi vîn û israrê, jin dikare bigihêje xeyalên xwe."

(cc/rc)