HPC-JIN xwe birêxistin dike
09:26
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TMEIR- Hêzên Parastina Civakê (HPC) li bajarê Til Temir amedekariya avakirina HPC-Jin dike. Endama rêvebirya HPC'ê Rebîa Mele Meter da diyar kirin ku armanca wan ji avakirina HPC-Jin ew ku her jin parastina xwe bi xwe pêk anîne.
Li Rojavayê Kurdistanê ku jin pêşengiya jiyanê û xebatê înşayê dikin, ji bo parastinê jî qadên xwe berfireh dikin. Hêzên Parastina Civakê (HPC) li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê amedekariya avakirina HPC-JIN dike. Têkîldarê xebatê avakirina HPC-JIN'ê de Endama Rêveberiya HPC'ê Rebîa Mele Meter agahî da û got armanc qadên parastinê ji bo jinan berfireh kirine. Rebîa diyar kir ku li gelek bajarên Rojava HPC-JIN hatiye birêxistin kirin û wiha got, "Bi dest pê kirina şoreşê re, li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê herkes gihîşt wê zanebûnê ku pêwîstî bi parastinê heye. Bi taybetî jî di şoreşê de yên herî zêde pêşengî kirin jin bûn. Lê ji bo jin bikaribin bi nasnameya xwe beşdarî hêza parastina civakî bibin, pêwîstiya me bi rêxistineke xweser heye. Me jî guncaw dît ku em li bajar navenda HPC-Jin ava bikin."
'Ya girîng her jin bikaribe xwe û axa xwe biparêze'
Rebîa di dewama gotinên xwe da behsa armanca avakirin HPC-Jin kir û wiha dewam kir, "Di şoreşê da em jin di her warê de xwe perwerde dikin. Jixwe armanca me ji avakirina HPC-Jin jî ew e ku jin hîn zêdetir rêxistinbûyî bin. Di HPC-JIN'ê de dê hemû pêkhate cih bigrin. Di vir de em dixwazin giranî bidin perwerdeyê û jin bêtir xwe di warê parastina civakê de beşdar bike. Dîsa, êrîşên ku têne ser gelê me, em bikaribin jê re bibin bersiv û xaka xwe biparêzin. Ya girîng her jin bikaribe xwe û axa xwe biparêze."
Rebîa di dewama gotinên xwe da jinên ku li eniyê şer têdikoşin silav kir û her wiha pêde çû, "Ez di dawî de jinên têkoşer ên ku niha di eniyên şer de têdikoşin silav dikim. Her wiha yê ku hîşt em jin bigihîjin van rojan bêguman Rêber Apo ye. Ger îro jin di herçar aliyê Kurdistanê de şer dike û bûye xwedî hêz û vîneke azad, bêguman ev bi saya Rêber Apo ye. Ji bo azadiyê jin gelek ked da. Divê em bizanibin ger di şoreşekê de vîna jinê tune be, ew şoreş bi tu awayî biser nakeve. Em jin jî xwe di hemû milan de xurt bikin. Divê em ji bîr nekin biserxistina şoreşê erka me ye." Di dawî de Rebîa diyar kir ku di demê pêş de li bajarê Til Temir, li kêleka navenda xweser a HPC-JIN, dê tabûreke xweser a HPC-JIN birêxstin bikin.
(en/rc)