Ji nava Nisêbînê toz bilind dibe

10:48

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ji ber bombebarana ku duh şevê dest pê kir û heta niha berdewam dike li asîmanên navçeyê toz bilind dibe.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya ku di 14'ê adarê de hate îlankirin di roja 56'emîn de berdewam dike. Li navçeya ku bombebaran tê kirin di navbera endamên YPS û hêzên dewletê de pevçûnên dijwar diqewimin. Êrîşên li dijî taxên Kişla û Zeynelabîdînê bi topebaranê ve berdewam dike. Êrîşên du di saetên êvarê de zêde bûn heta niha berdewam dike. Ji wesayîtên zirxî yên li xeta sînor hatiye bicihkirin ve tax di bin bombebaranê de ma. Ji ber bombebaranê li ser tozan toz bilind dibe.

(kom/zt)