'Van rojan teqez bi wêjeya mexdurbûnê venebêjin!'

11:31

JINHA

MÊRDÎN - Berxwedêrên ku bi canên xwe yên ciwan li dijî hemû êrîşên hovane li berxwe didin, bi gotinên wekî "Nisêbîn destana berxwedanê ye" her roj watetir dibe. Kesên di berxwedana bêhempa de gihiştine şahdetê, berxwedanê bi gotinên wekî, "Van rojan teqes bi wêjeya mexdûryetê nenvîsin, mexdûrî dîrokê nanvîse, em dîrokê dinvîsin" careke din dilê Nisêbînê bi berxwedanê rojê pêşwazî dike.

Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi mehan e di pêşengtiya serfermandarên giştî, serpêlên paya bilin û bi piştgiriya 10 hezar tîmên taybet, tê xwestin berxwedana şervanên YPS û YPS-JIN'ê bê şikandin, lê hemû êrîşên hêzên dewleta dagirker vala hatin derxistin. Heta niha di berxwedana şervanên kurd de, 60 tî zêdetir tîmên taybet hatin kuştin û ji 300 zêdetir hêzên dewletê jî birîndar bûn. Wer dixwiyê ku dê bi dehan JOH û POH'ên ku di berxwedanê de derûniya wan xirab bû, dê di dîrokê de wekî "Sendroma Nisêbînê" bê pênasekirin. Ciwanên bi hemû hêza xwe xwerêveberiyên cewherî diparêzin, bi gotinên wekî "Nisêbîn destana berxwedanê ye... Em ê destanan binvîsin, kesên li pey me bên dê bi hemû biryarê me bînin ziman." Canên ciwan ên wekî perperûkên ku ber bi agir ve difirin, di her kuçeyekî de dema dirêj dibin, tenê ji pêşerojê re bîranîna bexwedanê dihêlin.

‘Dewletek dikare dewleta xwe dagir bike?'

Sînan... Kesekî ku li Nisêbînê wî nas neke tune. Herî zêde jî zarok Sînan nas dikin. Sînanê di bêrîkên wî de şekirê para zarokan qet kêm nabe, navê wî yê nasnameyê Nurullah Bozdoga ye, lê her kes wî wekî Sînan nas dike. Sînan bi nivîsên wekî "Kevirekî jî tu dayne, tujî azad be" henekên xweyên şirîn tevli jiyanê dike û bi berxwedanê re li hev dihûne.

Sînan, êrîşên dagirkeriya nebiyên Osmaniyan bi nav gotinan tîne ziman: "A niha dewlet êrîşî me dike, di şer de hemû çekên xwe yên giran bi kar tîne. We bala xwe da êrîşan, di êrîşan de sirûdên di dema Osmaniyan de mane tên guhdar kirin, taxên ku dagir dikin alên xwe lê dadiliqînin. Yanî dewlet bi vê hewldana xwe ji niha ve dagirkeriya xwe dide nîşan. Wê demê ev ax tu caran nebûye ya tirkan û hêj heman hişmendiyê nêzîk dibin û alên xwe lê diçikînin. Li ku hatiye dîtin, dewletek axa xwe dagirkiriye û ala xwe lê çikandiye? Heke hebe ew jî Tirkiye ye."

‘Em bi tililiyan diçin mirinê’

Jina ciwan Sevîm Arzu (Hebûn Silopî) jî li taxên berxwedanê di nava hevalên xwe de bi canê xwe yî şehîd bûyî, "wekî ku bêje ji teslîmyetê re na" dirêjkiri ye. Hebûn bi tevgera xwe ya li Taxa Dîcleyê bi gotinên xwe yên "Ama Heval" di nêrînên matmayî yên Nisêbînê de bê mirin bû. Rûyê Hebûnê yê gilover, spî û sûretên wê yên sorikî, wekî jinên koçerî yên çiyayî bi hemû heybetê xwe dide nîşan. Cilên xwe yên ku bi şev de şûştine û bi tîrêjên rojê re li xwe kirine, êlengê wê yî bi moriyên hatiye xemilandin, li kuderê be tê naskirin. Mala ku Hebûn lê nema ye û kesên ku wê nas neke li navçeyê tune ye. Şalpeya li dora porên wê bi destan hatiye hûnandin, bi taybetî xwe sererast dike û axaftin li xwe kiriye xuyekî, roja ku qedexe tê îlankirin, xwekirina cilên xwe yên nû bi van gotinan tîne ziman: "Heta em li vir nemirin em dê dernekevin. Em dizanin ku em ê li vir bimirin, em bi tililiyan bi ser mirinê de diçin. Ji ber wê ez dixwazim bi paqijî û bi cilên xwe yên nû biçim mirinê. Dema cenazeyê min ket destê wan bila nebêjin 'ev qirêj e.'"

‘Ji xwe ev wêne ew wêne ye’

Zarokê pijang reş, simbêlên wî mezin ê taxa Zeynelabîdîn û Kanika yê Abdurrahman Oral (Xalit Mêrdîn), ji hêla dayikan ve wekî "Xalitê meyê sûret pembe" tê naskirin. 24 saetên wî bi çêkirina barîqatan derbas dibe û li dora wî zarok qet xalî nedibûn. Bi lepikên xwe yên qetiyayî, piştî çêkirina her barîqatekî li zarokan şekirên 'Halley' belav dike. Xalit ê ku navê wî li ser zimanê zarokan kêm nabe, ji hêla zarokan ve wekî "Hevalê Xalit tu dişibî Halleya, tu qasî wan şirîn î" bûye çavkaniya şabûna zarokan û her çapemeniya ku tê navçeyê bi Xalit re di nava têkiliyê de ye... Xalitê ku hemû daxwazên çapemeniyên ên dîmen kişandinê red dike, 2 roj berî qedexeyê yek wêneyî wî yê ku hatiye kişandin, ji berxwedana Nisêbînê tenê ew wêne ma. Sedema kişandina wî wêneyî jî bi van gotinan anîbû ziman: "Ez dizanim hûn dixwazin wêneyekî berxwedan û jiyanê yê şervanekî bikişînin. Ev wêne jî ew wêne ye."

Bombebarana li ser Nisêbînê tenê kêliyekî jî nasekine, ya rast wêneyekî berxwedanê datîne holê. Wekî ku Xalit gotî: "Ev wêne ew wêne ye..."

(kom/zt)