Li Bedlîsê ziyareta dayîkan

11:49

JINHA

BEDLÎS - Bi boneya Roja Dayîkan Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemir Dagkiran û aktîvîstên KJA yê gelek dayîk ziyaret kirin. Di dema ziyaretan de Nevîn got ku bi piştgiriya dayîkan dê aştî bê.

Bi boneya Roja Dayîkan Hevşaredaran Bedlîsê Nevin Daşdemir Dagkiran û aktîvîstên KJA yê li nava bajêr çûn ziyareta dayîkan. Nevin di dema ziyaretan de bi dayîkan re sohbet kir û got: "Di vê roja pîroz de xelata ji dayîkan re bi qimet zarokên wan li cem bin. Ji bo ev şerê qirej bi dawî bibe dayîk li dora piştgiriyê bibin xelek. Divê hemu dayîk li hember vî şerê qirêj deng derxin. Dê aştî bi piştgiriya dayîkan çêbibe.

Jinên ku Roja Dayîkan pîroz kirin, di ziyaretan de qurnefîl dan dayîkan.

(dt/zt)