Ji dayîkên Êlihê ziyareta Amed û Cizîrê
12:11
JINHA
ÊLIH - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê bi boneya Roja Dayîkan dê îro Amedê ziyaret bikin, sibê jî Cizîrê. Dayîkên Aştiyê yên Êlihê gotin ku ew li cem dayîkên ku zarokên wan ji aliyê dewletê vê hatin qatilkirin.
Endamên Meclîsê Dayikên Aştiyê yên Êlihê, bi boneya Roja Dayîkan dê biçin gel dayîkên Cizîr û Amedê yên ku zarokên wan di êrîşên dewletê de hatin qatilkirin. Dayikên Aştiyê ji bo biçin Amedê serê sibê li ber Şaredariya Êlihê li hev kom bûn. Berî ku dayîk ber bi Amedê ve bikevin rê daxwiyek kurt dan. Li ser navê dayikan Nuray Seçkin diyar kir ku di vê roja pîroz de wan xwest li gel dayîkên ku zarokên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qatilkirin bin û wiha dom kir: "Em wek dayîkên kurd dixwazin wek hemu kesî bedenên zarokên xwe ye zîndî hembêz bikin. Me dixwest vê roja bi wate zarokên me qurnefîl bidin me. Bila hemu dayîk dest bidin hev û bikevin pêşiya qatilkirina zarokan."
Piştî axaftinan dayik berbi Amedê ve ketin rê.
(dt/zt)