Şaredariya Colemêrgê xwarin da dayikan

14:10

JINHA

COLEMÊRG - Şaredariya Colemêrgê bi boneya Roja Dayikan ji dayikên Colemêrgê re xwarin da, gul û desmal diyarî kirin.

Bi wesîleya Roja Dayikan Şaredariya Colemêrgê ji bo Dayikan Colemêrgê xwarin da. Xwarin li Navenda Çand û Huner a Feqiyê Teyran hat dayin. Gelek Dayik di xwarinê de amadebûn. Li ser xwarinê Dayika Aşitiyê Sidika Kaya axivî.

Sidika diyar kir ku ew rojên herî zehmet û zor derbas dikin û got: "Em Dayik hemû niha li virin. Sedemê vê xwarinê hindik be jî dilşadiya dayîkane. Me jî dixwest weke hemû dayikan zarokên me ji bo me diyarî bîne, lê gelek ji me li peyî hestiyên zarokên xwe digerin. Ez Roja Dayikan li hemû Dayikan pîroz dikim."

Hevseroka HDP'ê Evîn Konur jî roj li hemû dayikan pîroz kir û da zanîn ku dayik di civakê de yên herî xwedî kedin.

Pişti xwarinê Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz ji bo dayikan gul û desmal diyar kir.

(zyd/zt)