Ji Diba Keskin peyama Roja Dayîkan

14:28

JINHA

WAN - Hevşaredara Erdîşê Diba Keskin bi boneya Roja Dayîkan ji Girtîgiha Girtî ya Sincan Enkerê peyam şiyand û di peyamê de ev tişt goti ye: "Em wek dayîk em ê ji zarokên xwe re ne mirinê jiyanê vebêjin."

Hevşaredara Erdîşê Diba Keskin ji bo ku di dixweyaniya reveberiya cewherî de cih girtibû di 12'ê cotmiha sala 2015'an de hatibû binçav kirin. Diba Keskin ji Girtîgiha Girtî Sincana Enkerê bi riya xizmên xwe peyama Roja Dayîkan rêkir. Diba di peyama xwe got ku dibe dayîk li hember şerê siyasî ku îktîdarê dayî destpêkirin ji bo zarokên xwe ji nifrîn û kînê durbixin û jiyanek ava bikin hewceye dengê xwe bilind bikin. Diba Roja Dayîkan pîroz kir.

'Em ê ji zarokên xwe re ne mirinê jiyanê vebêjin'

Diba da zanîn ku di serî de dayîk û bi hevpariya hêza hemu jinan dê şer bêqedandin û peyama wê wiha ye: "Ji cihê ku dengê dayîka bilind dibe nifrîn qesîsê û heskirin merde. Bila em ji aştiyê re merd bin ji bo ku em zarokên xwe ji xwîn û mirinê dur jiyan avabikin. Em wek dayîkan divê ji zarokên xwe re ne mirinê, ne şer aştiyê, ne nifrîn, hêza hezkirinê vebêjin."

"Roja hemu dayikan piroz be."

(dt/zt)