Jinên Dêrsimê Dayika Fatma ziyaret kirin

16:45

JINHA

DÊRSIM - Jinên Dêrsimê Dayika Fatma ku pîroz dibînin bi boneya Roja Dayîkan ziyaret kirin û ji bo aştî û xweşiyê mum vêxistin.

Bi boneya Roja Dayikan bi peşêngiya Kongreya Jinên Azad (KJA) û Komeleya Piştevaniya Malbatên Xizmên Windayiyan Mezopotamya (MEYA -DER) di navde Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun, hevserokên HDP, DBP û bi dehan jin ji bo rondikên dayikan bisekine û aştî were çûn ziyareta Dayika Jara Fatma û mum vêxistin. Piştî vêxistina çira dua û niyaz hatin kirin. Jinan li ber dengê tembûrê lorîndin û kêliyên hestiyarî hatin jiyandin. Piştî lorînên jinan Hevseroka HDP'ê ya Dêrsimê Makbule Tulga diyar kir ku ew daxwaz dikin ku êdî bila dayik negirîn.

Dawiyê Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun bilêv kir ku dayik ji bo zarokên xwe fedekarin, êşên xwe dixin nava dilê xwe û dilxweşiyê bi zarokan re pardikin. Dayik ji bo xweşî û keyfxweşiya zarokên xwe dikarin canê xwe fedabikin û got: "Em li ziyareta Dayika Fatma dibêjin bila tu zindî zerar nebinin û em ê dinava hevpariyê de bijîn. Em ê li hember yên ku dixwazin me tunebikin têkoşînê mezin bikin."

(dt/zt)

.