Besime Konca: AKP bingehê komkujiyên nû amade dike

16:50

JINHA

GURGUM - Berxwedana li Terana Jêrîn hatiye destpêkirin, bi piştgiriya welatiyan didome. Herî dawî Parlamentera HDP'e ya Sêrtê Besîme Konca çû herêmê û piştgirî da berxwedana gelê herêmê. Besîme bi lêv kir ku di binê avakirina wargehê de planekî qirêj yê AKP'ê heye û aşkera kir ku hêj komkujiyên şopa wê paqij nebûye, planê komkujiyeke nû tê kirin.

Berxwedana li Terana jêrîn a Gurgumê li dijî wargeha penaberan hatiye destpêkirin berdewam dike. Heyeta Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca jî di nav de, duh xwestibûn biçe herêmê, li çavçeya Guksuyê hatibûn rawestandin, îro derbasî herêmê bû û tevli berxwedana gel bûn. Besîme li vir axaftinek kir û aşkera kir ku ev biryayreke nû hatiye dayîn nîne, hikûmeta AKP'ê li dijî gelê kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin. Besîme got ku AKP ji hêlekî ve li Kurdistanê şer dimeşîne û ji hêlekî ve jî li dijî gelê elewî polîtîkaya cudakariyê dixe dewreyê.

Besîme di berdewama axaftina xwe de piştrast kir ku ev wargen ne tenê li Gurgumê, di heman demê de li Meletî û Sêwasê jî dixwazin ava bikin û dixwazin bi vê rêbazê jîngehên elewiyan dagir bikin û wiha axivî: "Hêj şopên komkujiyên Dêrsim, Sêwas û Gurgumê ranebûne, dixwazin komkujiyên nû pêk bînin. Di bin navê wargeha penaberan de, dixwazin DAIŞ'ê li vir bi cih bikin, ev polîtîkayên mişextî û qirkirina çandî ne." Besîme da zanîn 27 hezar penaberên li vir bên bi cih kirin, di her alî de rewşeke xeter e û wiha pêde çû: "Penaberên ku li vir bên bi cih kirin, dê di her alî de têkiliyên di navbera AKP û DAIŞ'ê de bi hêz bike. Ez jî ji vê herêmê me û ez gelê li vir baş fêm dikin. Avakirina wargehê tê wateya şerê li dijî gelê herêmê."

Besîme diyar kir ku AKP dixwaze herêmê bê mirov bihêle û got ku her roja ku diçe pirsgirêk bêhtir kûr dibe û wiha axivî: "Em dê nehêlin AKP herêmê bike deriyê rantê. Pêvajoyeke hiqûqî heye. Em dê heta dawiyê şopdar û piştgirê dozê bin. Em ê li vir xwe bi rêxistin bikin, li dijî faşîzmê şer bikin û teqes bi ser kevin. Di serî de gelê herêmê, gelê Pazarcix, Elbîstan, Narli û gelê meyên Ewropayê, em dê nehêlin DAIŞ'î axa me ji destên me bigire. Em wekî gelê ku bi gelek komkujiyan re rû bi rû mane, penaberan baş fêm dikin. Tu bertekekî meyê piçûk li bemberî wan tune ye. Berteka me li dijî dewleta kûr û ranta AKP'ê ye. Em dê her dem li vir bin. Em baş dizanin ku dê we di konteynirên 3-5 metreyî de hepis bikin. Dê bi vê yekê jî Ewropayê bixapînin. Dê berxwedana me hêj mezintir berdewam bike."

(zt)