Ser mala parlementerên HDP'ê yên Şirnexê de girtin!

16:56

JINHA

ŞIRNEX - Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan ê ku ji bo tespîtkirina pêdiviyên welatiyên ji bajar bi zorê hatine koçberkirin tespît bike xwest biçe gundan bi tehdîdê hate astengkirin.

Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan ê ku ji bo tespîtkirina pêdiviyên welatiyên ji bajar bi zorê hatine koçberkirin tespît bike xwest biçe gundan û bi Parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk, ajakorê Serhat, Suleyman Uysal û hevserokê HDP'a Şirnexê Sekvan Kiliç re ji bajar hewl da ku derkeve bi tehdîdê ve ji aliyê tîmên taybet ve hate astengkirin. Tîmên taybet di diya Qilabanê de wesayîta Berdan, Serhat û Sekvan dan rawestandin û bi hinceta ku qedexe bin pê kirine der barê wan de karên fermî hate kirin. Berdan, Serhat û Sekvan ji aliyê tîmên taybet ên ku bi wesayîtên zirxî ve hatin dorpêçkirin hatin tehdîdkirin. Tîmên taybet berê luleyên çekên xwe dan wan û gotina "hûn nikarin ji bajar derkevin" hate bikaranîn.

Berdan, Serhat û Sekvan piştre vegeriyan mala ku lê diman.

Li aliyê din lêgerîna li mala parlamenterê HDP'ê Leyla Bîrlîk jî bi dawî bû. Mala Leyla hate serobinokirin û zirar dan eşyayên li malê.

(kom/zt)