'Ev roj ji bo me reşe'

17:23

JINHA

AMED - Jinên ku bi boneya Roja Dayîkan hatin bahev ji bo zarokên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin lorandin. Dayîkan gotin; "Ev roj ji bo me reşe. Zarokên me nekin kolê Erdogan û Sarayê." Dayîkan banga rawestandina şer kirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê li Navenda Çandê ye Dîcle Firatê daxuyanî hate dayîn. Jibilî gelek dayikan gelek dayikên ji bajarên Tirkiye û Kurdibtanê, parlamenterên HDP'ê, Hevseroka KCD'ê Leyla Gûven û rêveberên HDP û DBP'ê jî beşdar bûn.

Piştî rêzgirtinê li ser navê dayikan Havva Kiran axivî û wiha got: "Roja Dayikan ji bo me rojeke reş e. Li Sîlopî, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê morg bi cenazeyan tijî ne. Dayik bi rojan in nobetê digirin. Lê çi heyf e ku kesek nabîhîze. Em roja dayikan pîroz nakin." Hava Taybet Înan a ku li kolanê cenazeyê wê bi rojan hate sekinandin bi bîr xist.

Piştre jî dayika Rozerîn Çukur ku li Sûrê hate qetilkirin Fahriye Çukur a ji bo cenazeyê keça xwe werbigire nobetê digire axivî û bi gotina "hemû kesên ku li dijî tiştên li Sûrê diqewime bêdeng man zarokên me kuştin" nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiyê nîşan da.

Hevseroka KCD'ê Leyla Gûven û parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel jî nirxandin kirin.

Dê sibê dayîkê Kurdistan û Tirkiyê biçin Cizîrê li gel jinên xizmên xwe di komkujiyê de windakirî bicivin.

(zt)